Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa girtiyên meşên piştevanî kirin ji Kobanê ne eşkere ye

14:06 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Çarenivîsa du welatiyên Kurd ên akincî di Tehranê de ku di xwenîşandanên destekdan bi Kobanê de, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin, ne eşkere ye.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, 2 hemwelatiyên Kurd yên bi navê Aso Rostemî û Elî Nûrî, ku di xwenîşandanên piştevanî kirin ji Kobanê de, ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibûn girtin, tu agahiyek ji çarenivîsa wan bi dest neketiye.

Gorî heman raportê, Aso Rostemî û Elî Nûrî ku ji çalakvanên mafê zarokane, li kombûna hemwelatiyên Kurd a roja Çarşemî 8’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an de ku bi armanca pişevanî kirin ji Kobanê hatibû lidarxistin, pişikdarî kiribûn, piştre ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatibûn destbiser kirin û heya niha jî ku 10 roj bi ser re derbas dibin, çarenivîsa wan ne eşkere ye.

Aso Rostemî temen 28 salî, helbestvan û mamosta, herwiha Elî Nûrî temen 21 salî, xwendekarê sala dawî ya Mêmarî, li zanistegeha Perend a Tehranê ye.

Piştî xwenîşandanên piştevanî kirin ji Kobanê, pêla binçavkirina welatiyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve dest pê kiriye û dirêje heye.

Li wê pêlê de herî kêm 50 welatiyên Kurd li bajarên Merîwan, Bokan, Mihabad, Sine, Rebet û Tehran, hatin girtin û bi sedan Kurdên din jî, ji aliyên hêzîên Îtilaat yê rejîma Îslamî ve hatine gazî kirin.