Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terajêdiya Kobanê û çend têdîtinek

14:26 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Şemal Terxîbî

Di demekê de ku hêj birînên Şengalê li başûrê kurdistanê baş nebûne, û Kurdistan bi vê sedemê ve xembar e, birîneke nû li Rojavayê welatê Kurdan Kurd perîşan û xembar kirin. Kobanê kete ber êrîşa çekdarên rêdînî yên xelafeta Îslamî, û di encam de, bi hezaran kesî ji xelkê sivîl tenê ji ber vê ku Kurd in, bi neçarî warê bav û kalên xwe cî hêlan. Hilkefta coxrafiyayî ya vê bajarê Kurd akincî bi awayekî ye ku bûye nawendeke stratejîk di deverê de.

Girtina vî bajarî bo çi bo dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê girîng e?.
Her wek rêzdar Mistefa Hicrî, sekretêrê giştê yê PDKÎ di hevpeyvîna xwe ya di gel kempeyna “Na bo îdamê” de dibêje: “Bo DAÎŞ girîng eva ye ku deverên bin desthilata xwe pêkeve girê bide, û bi vî awayî sînorê niha hilgirin, heya ku bikarin bi bê tu astengiyekê hatûçûnê bikin û hêzên xwe bînin û bibin. Girtina Mûsilê li Îraqê ev armanca bo DAÎŞ desteber kir.

Şerê DAÎŞ li Kobanê, li Kurdistana Suriyê, û Şengalê li Kurdistana Îraqê, beşek ji vê stratijiya sarbazî di warê berfirehtirkirina pêwendiya di gel Kurdistana Sûriyê de ye”.
Lê cuda ji basa pêwendîdar bi sedemên êrîşên DAÎŞ bo ser deverên Kurdakincî yên Kuristana Îraq û Suriyê, xala cihê têdîtinê, ku pêdivî bi hûrbîniyeke zêdetir e, pirsa hevnegirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê ye, ku di cihê çareseriyek baş bo rizgar kirina xelkê û axa vê beşa Kurdistanê, mijûlî berfirehkirina desthelatdarî û pakanehisaba rêkxiraweyî û takekesî ne. Eva ku niha pêdivî ye li ser hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, heya ku di hemberî rewşa Kurdistana Suriyê de cîbicî bikin, ev esla siyasî ye ku: Tevî piştgirtina aliyên siyasî yên serbixwe yên rojavayê Kurdistanê, çi di warê madî û çi di warê ne’newî de, xwe ji destêwerdana bê cî dûr bixin, û bo berjewendiyên xwe yên takekesî, berjewendiyên giştî û neteweyî ji bîr nekin.

Xincî vê xalê jî, pirsa ne hevgirtinên aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava û nebûna hevgotarî di navbera wan de dikare sedemeke din ya rewşa niha ya zal bi ser Kobanê de be, ku hem dikare rola yekalîker bilîze, û hem jî dikare bandoreke nîgetîv danê.

Bi vê manayê ku heke ev hêz û aliyên resen ên Kurdistana Suriyê, ku di rastî de, di nav civaka Kurdistanê de ne, bi hevgirtin û yek helwêstî, armancên hevbeş bo xwe diyarî bikin, û pêngavên bi lez û bi kiryar bavêjin, wê demê tê kirin ku em hêvîdar û çaverê bin ku di pêşerojek nêzîk de dawî bi tirsa jidestdana Kobanê bê, lê heke ev harîkarî û yekgotariya stratijîk tunebe, û perş û belavî her wisa zal be bi ser kar û têkoşînê de, mixabin dibe em bêjin ku rewşa bi tirs ya Kobanê û Kurdistana Suriyê ne tenê dawî nahê, belkû her wisa dê bidome, heya karesatên mirovî yên bi tirs jî, dê lê bikeve.