Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn), û fîlma Çi, bi çi armancekê

14:34 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Fatih Salihî

Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn) û fîlma Çi, du fîlmên berhemhatî ji aliyê sînemaya Komara Îslamiya Îranê ve ne, ku her yek ji wan ji hêla wan taqm û kesan ve hatine çêkirin, ku renge di warê nav û nasnav de cudahiya wan hebe, lê di nawerok û çawaniya şêwaza bîrkirin, û lênihêrîna wan li sînema û çîrokên sînemayê de, wekî sêvekê ne, ku ji nîvekê re hatibe qaşkirin.

Berî vê ku em bas ji armancên kirêt ên berhemanîna van cure fîlman bikin, ku di rastî de û li gorî binemayên sînemayî yên pênaseya fîlmên sînemayî, ew fîlm nakevin nav xaneya rexneyên hunerî yên sînemayî, lewra emê basekê li ser van du fîlman bikin, û piştre li gorî mecala rojnameya xwe emê bas ji vê mijarê bikin ku armanca karbidestên sînemaya Komara Îslamiya Îranê ji dirustkirina van cure fîlman çi ye.

Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn):

Berhema sala 2009’an (1388’an) ya binkeya sînemayî ya Farabî ye, ku bi sedema lawaziyê, û dubarebûna hinek kilîşeyên sînemayî, nekarî di gîşeya sînemayan de bê firotin, û bi neçarî piştî çend mehan manordana li ser vê fîlmê karbidestên sînemayî neçar bûn ku di televîzyonê de ekrana giştî bikin. Ew fîlmane, ji aliyê sê kes ji besîciyên Komara Îslamiya Îranê ve hatine nivîsandin ku ne sînarîst in, û ne jî dîtingeheke hunerî li ser sînemayê hene. 1-Cewad Erdekanî, xelkê Meşhedê, ku di zankoya Azad ya Îslamî de, beşa Yasayê tewaw kiriye, û ji bilî çend berhemên sivik yên wekî Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn), heya niha bixwe xwediyê tu berhemeke hunerî nebûye. 2- Mecîd Eyaft ku yek ji serdarên Spaha Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê ye, û di serkuta hovane ya tevgera mafxwazane ya neteweya Kurd di kurdistana Îranê de, di gel hevalên xwe yên weke Mehmûd Kawe, ku roleke serekî di fîlam Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn) de heye, beşdariyeke çalakane hebûye. 3- Maşaellah Şahmirad Îzedî ku ji kevne pasdarên Komara Îslamiya Îranê ye, û nevbirî jî di hgel Mecîd Eyaft û Mehmûd Kawe destên wan bi xwîna xortên neteweya Kurd sor bûye.

Bi vî awyaî heya vir em dibînin ku ev fîlma her di bingeh de çend netewaw û derveyî wateyên sînemayê ye. jiber ku koka bihêz ya her fîlmeke sînemayî, sînaryoya wê fîlmê ye, û bi xatircemî ve kesek dikare sînarîsteke baş be, ku di biyavê sînemayê de desteke bilind hebe, û şareza be di hemû şêwazên sînaryoyên fîlmên sînemayî de. Lê ew kesên ku nivîskarê bi nav vê sînaryoyê ne, bi xatircemî ve, bi tewahî ji wateyên hunera sînemayê dûr in, û di nav aporaya alîgir û ogirên sînemaya rasteqîne de, tu cihekî wan tuneye, û heya niha jî, ji bilî çend festîvalên Spaha Pasdaran di çi cihekî din de, tenê xelatek jî wernegirtine.

Derhînerê vê fîlmê jî Cewad Erdekanî ye ku her wek pêştir ma qala wî kiriye, wî di karnameya sînemayî ya xwe de, ji bilî çend fîlmên wekî Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn) berhemeke wisa tuneye, û navbirî ji aliyê Sipaha Pasdaran ve, ew erk pê hatiye spartin ku li ser jiyana serdarên spahê, fîlman berhem bîne, wek fîlma “Bê Kebûdiyê Yas” ku li ser jiyana xwînrêjeke rejîmê bi navê “Bironsî” ye. wisa diyare ku Cewad erdekanî bi qunteratî ew kar ji Sipaha Pasdaran wergirtiye, û hekî em çavekê ji fîlma “ Bê Kebûdiyê Yas” jî bikin, dîsan heman kilêşeyên Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn) bi awayekî din ducarî dibin, û cudahiyek wisa di navbera wan de tuneye.

Heya vir bi başî mijar ji me re zelal dibe ku Hezek şîrîn (Şûrê şîrîn), hem di warê sînaryoyî, û hem jî di warê girûpa fenî ya berhemanînê de, ku derhîner serperestê vê girûpê ye, xwediyê ti pêwereke sînemayî nine. Bi vê pêkê ev fîlma ji aliyê komeke kesên kirêgirtî ve berhem hatiye ku erka wan tenê xweşxizmetiya bi Spaha Pasdaran e, ne xizmetkirina bi hunera sînemayê û veguhastina rastiyan.
Di vê fîlma kirç û kal de, ji teknîka “vegotin ji vegotinê”, û bi awayekî sade ji tirokajeyên demserveçûyî yên dehka 80’î ya zayînê ya fîlmên Halîwod mifah hatiye wergirtin, û kesek dibe qehremanê fîlmê ku ji her cure xirapiyekê bi dûr e, û bi tenê li ber rizgarkirina cîhana mirovahiyê dest dide tawan û cînayetan. Di vir de ye ku rola serekî ya fîlmê ku pasdar Mehmûd Kawe ye zeq û xûya dibe, û navbirî bi temenekî kêm dibe Arnoldê sînemaya Halîwûdê, û bi tenê hêzeke xwedîşiyan wek hêza PDKÎ dixe qedeman.

Di vê fîlma sivik de, ji komek kilîşeyên kirêt mifah hatiye wergirtin, bi vê armancê ku xebata rewa ya gelê me, wekî xebateke ne rewa û dijî ayîn û dijî mirovahiyê nîşan dan, wek yek ji dîmenên fîlmê ku fermandarekî hêza PDKÎ hevdem ku şûşeyeke vîskiyê di nav destan de ye, fermanê dide ku mizgewtekê bişewîtînin, û mamostayê olî yê vê mizgewtê û ayetên Qurana pîroz di nav agirê mizgewtê de bişewitînin. Bi bê tu demargirjiyekê û bi piştqahîmiya bi dîroka PDKÎ, ti demekê ew kiryarên kirêt, kêrî xortên demokrat nehatiye, û li refa herî pêş ya vê hizbê de, ji hezretê Pêşewa Qazîmihemed ve bigre heya niha, bi dehan kesên olî, û mamostayên olî di çarçoveya PDKÎ de, ji bo bidestveanîna mafên rewa yên neteweya Kurd xebat kirine, û heya pileya sekreteriya vê hizbê jî çûne pêş. Hekî PDKÎ berevajiyê ol û bîr û baweriya xelkê Kurdistanê kar kiriba, nedibû landika bi hezaran mirovên azadîxwaz ji hemû tex û qatên civakê, û li serveyî hemiyan ew xûşk û birayên ku baweriya wan bi ola pîroz ya Îslamê hene, lewra her di vê serdemê de jî derwazeya vekirina Radyoya Dengê Kurdistana Îranê, çend ayet ji Qurana pîroz bû, û niha jî PDKÎ xafil nebûye û nabe ji giringîdana bi olên cuda, û li serveyî hemiyan ola pîroz ya Îslamê.

Ji bilî wan di doma fîlmê de berdewam bas ji talançîtî û hêzên PDKÎ û serjêkirina mirovan bi destê Kurdan tê kirin, û bi awayekî gellek ne camêrane bas ji diyardeya caşperwerî û kirêtnîşandana mirovê demokrat, û çandina tovê dubendî û ajawegêriyê bi armanca geşkirina agirê şerê birakujiyê û ...hwd dike.

Herwisa komek nîşane berçav dikevin ku Spaha Pasdaran û arteşa paşatiyê tu cudahiyek di navbera wan de, li derheq serkuta tevgera azadîxwazane ya neteweya Kurd de nine ûdi serkuta tevgera mafxwazane ya neteweya Kurd de, bi Spahî û Şahenşahî û bi nav çep û sekolaran dest hebûne.

Lewra di girteyek ji fîlmê de yek ji kesayetiyên fîlmê ku efserekî garda şahenşahî bûye, mil bi milê hêzên serkutkar ên Spaha Pasdaran, li dijî hêza pêşmerge şer dike, û vê rastiyê diselimîne ku di destpêka şoreşa gelên Îranê de, hevdem di gel Xumêynî û deste û taqmên wî, hêzên dagîrker û serberedayî ên deshilatdarê wê demê jî, di dema lawazbûna deshilata nawendxwaz ya Îranê de, dest didin destê yektir, û mil bi milê yektir di gelo tevgerên azadîxwaz ên neteweyên Îranê û li serveyî hemiyan neteweya Kurd şer dike, pirsek ku heya niha jî her dom heye, û carnan em guhdarî dikin ku beşek ji hêzên opozisyona Fars gellek hovanetir ji hêzên Komara Îslamiya Îranê, êrîşî ser daxwazî û xwestekên rewa yên neteweya me dikin.