Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnamevenên girtî!

14:43 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Şehab Xalidî

Rûhanî di bersiva nûçegihanekê NBC’ê de, bi baweriyeke xurt, û bi bê ti şik û dudiliyekê ragehand ku di girtîgehên Îranê de
me ti rojnamevanekî girtî tuneye!.

Ew bersiva navbirî rast gotinên Ehmedînijad anîne bîra min, ku wî jî bê ti dudiliyekê radigehand ku di Îranê de me girtiyên siyasî tunînin.

Ew bersivdayîna Rûhanî di demekê de ye ku saziya raporthinêrên bê sînor di rapora xwe ya salane de ragehandiye ku Îran yek ji wan 5 girtîgehên herî mezin ên rojnamevanan di cîhanê de ye. Herwisa Ban Kî Mon jî ragehand ku Hesen Rûhanî nekariye wan sozên xwe yên ku dabûne xelkê xwe, bi cih bîne.

Herwisa niha di Îranê de li gorî zanyariyan çendîn rojnamevan di girtîgehan de ne, ku hinek ji wan piştî gihîştina Rûhanî bi posta serkomariyê hatine girtin.

Ji aliyekî din ve, ew gotina wî di demekê de ye ku wî di dema piropagndeyan de soz dabû xelkê, ku nehêle di girtîgehên Îranê de, rojnamevanên girtî, û girtiyên siyasî bimînin.

Di vir de pirsyar ji Rûhanî ev e ku gelo hekî rojnamevanên girtî tuninin, çima te soz dida ku wan azad bikî, hekî jî hene, çima wan derevên ew qas eşkere, ew jî di posta herîbilind ya yasayî ya welat wate serkomariyê de dikî?! Aliyê kêm te bigota ku eva pêwendî bi dezgeha Dadweriyê ve heye, û ew dibe bersiv bidin.

Lê dîsan eşkere bû ku xelkê welatê me, nekarîne serkomarekî hilbijêrin ku bi sozên xwe emegdar be, jiber ku ti berbijareke xelkî û berevankarê rastîn yê mafên xelkê nikare ji parzînga Şêvra Nobedar (Şorayê Nigehban) re derbaz be, û derbazbûna Rûhanî ji vê parzîngê re, bixwe belgeya herî baş bû bona vê ku xelk kumê xwe danên pêşiya xwe, û gel kumê xwe rast û rewan, bi bê xwexapandin hemşêvriyê bikin, da ku dîsan tîra xwe bi çewt û şaşî nehavêjin, lê mixabin dîsan şaşiyên berê dubare kirin, û eva jî encama şaşiyên wan!.