Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê wezîrê derve yê Tirkiyê: Îran divê bi serşorî bêdeng bimîne

15:37 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Tirkiyê di bertek dan hember gotinên wezîrê derve yê Îranê, Elîriza Bîgdilî, balyozê rejîma Îslamiya Îranê, gazî kir.

Emîr Ebdullahiyan, wezîrê karûbarên derve yê Îranê, hefteya borî, welatê Tirkiyê bi hewldan seba sax kirina Împratoriya Usmanî, sûçdar kiribû.

Tanju Bilgîç, berdevkê wezîrê derve yê Tirkiyê di wê barê de dibêje: “Tirkiyê axaftinên berpirsên Îranê şermizar dike û ji rejîma Îslamiya Îranê dixwaze ku bi serşorî bêdengiyê ixtiyar bike, jiber ku ew rejîm hevalbendê rejîma Beşar Esed e ku pirsigirkên terorîzmê di herêmê de tîne holê.

Peyamnnêrê Anadolî ji devê wî berpirsê Tirkiyê ve dibêje: “Tirkiye bo encam dayîna hin tiştan, di çarçoveya yasayên navneteweyî de, dijî gef xwarinên ku qaşoyî ewlehiya neteweyî be, pêdivî bi girtina îznê ji tu welatekî nîne.”

Dijberên Beşar Esed ku bi piştevaniya Tirkiyê, qaşoyî rejîma Esed di cengê de bûne, her tim rejîma Îslamiya Îranê di kuştina 200 hezar kesî de tawanbar dikin.

Tirkiye bervajî Îranê, ji wan welatane bûye ku li destpêka ne hêminiyan di Sûriyê de, ji sala 2011’an ve heya niha, hertim ji serhildanên gelê Sûriyê piştevanî kiriye. Welatê Tirkiyê ne tinê destekê dide bi opozosiyona miyanerev a Sûriyê, belkî ji zêdetirîn koçberên wî welatî, xwedî derdikeve.