Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina 2’piledarên bora sînorî û gef xwarina Pakistanê ji aliyê Îranê ve

13:25 - 20 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî şer û pevçûnên Havîna îsal, ketina balifirekî û wergeryana terombêla tîpa lêkolîna rejîmê li Belûçisatê, çend roj pêş, di pevçûnekê de, 2’piledarên din yên bor(heng)a tixûbî a wê rejîmê jî, hatin kuştin.

Li gor peyamnihêrê hundirê Îranê, êvara Pênşemî 16’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, 2’ piledarên rejîma Îranê, bi navên “ Cewad Baqirî” û ” Rişa Baranî” di pevçûnekî de hatin kuştin.

Ev di demekê de ye kû cîgirê fermanderê Sipaha Pasdaran a Îranê, bi sedema hatina hêzên Pakistanî di nava axa Îranê de, gef li wî welatî kiribûn.

Di heyamekê pêş niha de, Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê, ewlehiya sînorên Serawanê girtibûn stuyê xwe ku piştî vê kiryra Îranê di wî tixûbî de ne tenê ewlehî çênebûye belko şer û pevçûn roj bi roj ber bi zêde bûnê ve diçe.