Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran wek welatên bê hikûmeta navendî sîstemeke kevin a îdarî heye

15:08 - 20 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Îran ji dîtingeha naskirina fesada Îdarî di asteke herî nizim a cîhanê de ye û ligel welatên ku ji hikûmeta navendî bê parin û sîstemeke kevin a îdarî tê de dimeşe, wek yek dimînin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia û piştraskirin bi raporta sazya “Wan kempîn”, Îran bi nisbet naskirina fesada îdarî di nav 177’ welatên cîhanê de, di pileya 144’ an de cih girtiye.

di rapora sala 2013 ‘an ya saziya “Wan Kempîn” de hatiye ku Îran bi ciyawaziya 28 ‘îmtiyazan, li çav sala 2012’an, dîsan nizimbûn bi xwe ve dîtiye.

Naskirina wê hindê ku rejîma Îranê bi berçav girtina fesada îdarî, di asta nizim a dunyayê de ye,hemû salan ji rûyê pêwerên hatinî dest nîşan kirin di rêkxirawa NY û zanîngeha Poasaw li Almaniya yê de, tên hesibandin.

Saziya eşkere kirina Navneteweyî, bo naskirina fesada cîhanî, li gor encamdana fesadê di nava berpiesên hikûmî û siyasetmedaran de, pile û paye bo wan welatan, destnîşan dike.