Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdek bi destê hêzên rejîma Îranê hat birîndakirin

13:46 - 21 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê li ser riya Newsûd bo Pawe, hemwelatiyekî Kurd dane ber gulleyên raste rast û di encam de birîndar bû û tirombêla navbirî ji dest bi ser da hat girtin.

Roja Yekşemî 19’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hemwelatiyekî Kurd bi tirombêla xwe li ser riya Newsûd bo Pawe ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve hat gulle baran kirin.

Hemwekatiyê han piştî teqe jê kirinê xwe ji tirombêla de havêtiye xwarê û bi tundî hatiye birîndarkirin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa nasnameya ew hemwelatiye Kurde Seîd Weyîsî temen 25 salî xelkê gundê Nerwê a ser bi bajarê Pawe ragehand, çavkaniya han nasnameya memûrê hêzên Întizamî ku welatiyê Kurd daye ber gulleyan “Areş. Z” ragehandiye.

Di wê pêwendiyê de û di heman rojê de hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê li devera Newsûdê kariwanek kolberên Kurd dane ber gulleyan û xwastine ku dest bi ser kelupelên wan re bigrin.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di yekemîn meha Payîza evsal de herî kêm 10 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.