Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natanyaho: Em bêdeng hember lihevkirina xter sekinîne da ku Îran bigehe bi Atomê

15:28 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di demekê de ku berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê, bi xasmanî Muhemed Cevad Zerîf û Hesen Rûhanî, bi biwêrî bas ji gihîştin bi lihevhatina Navokî dikin, Natanyaho egera her cure lihevhatinekê, gefxwarinek bo ser cihanê wesfandiye.

Li gor rapora “curzalm Post” roja Yekşemî serok wezîrêm Îsraîlê, li rewta gotûbêjên nevokî yên navbera Îranê û şeş welatên zilhêz yên cîhanê, nîgeraniya xwe îlan kir û ragehand: “Em rûbirûyê lihevhatineke metirsîdar, navbera zilhêzên cîhanê û Îranê de bûne, çimkî dihêlin destê rejîma Îranê bigehe bi Vizeya Nûklerî.”

Di wê peywendiyê de û li gorî raportekî ku demekê pêş,”Ruytêrz” belav kiribû, ev du mijarane bo her yek ji dewletên Ehmedînijad û Rûhanî girîngin ku rejîma Îranê divê, 9400’santirîfujên çalak ê xwe bo devlemend kirina Uraniyomê hebe, herwisa riaktora Erakê ku pêşerojê de bikaribe ploniyimê berhem bîne, wek caran bihêle.

Heyamek pêş niha, Binyamîn Natanyaho di rêxistina giştî a Neteweyên Yekbûyî de, destnîşan kiribû ku divê hemû derfetên berhemanîna çekên Nûklerî ji Îranê bên standin.

Di wê peywendiye de sala borî jî, serokwezîrê Îsraîl, Îrana pirrçek a Navokî, mezintirîn tirs ji bo cîhanê bi nav biribû û daxwaz kiribû da ku hêleke sor hemer wê xetera zêdexwaz ya rejîma Îslamiya Îranê de, bê kişandin.
piştî bihorîna salekî, dîsan Natanyaho ragehand: “Rejîma Îranê siloganên xwe yên qaşoyî Rojava sist kiriye û siyasetên xwe hember wan welatan û Amereîkayê de heya radeyekî gûhertiye, lê lihev nekirin wan ligel Îranê ji xetera mezin a pêkhatinê baştire.”

Di 20’ê Hezîrana Îsal derfeta 6 mehên gengeşeyên Navokî ligel Îranê bi dawî hat, lê careke din serbarê nakokiyên kûr ên navbera du aliyan de, dîsan lihevkirin û bo 4’ mehên din angu 24’Adar a 2015’an(salvegera lihevkirina demkî a Navokî) ev dem dirêj kirin.