Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya PDKÎ bi boneya birêveçûna 8’emîn pilînoma Komîteya Navendî

18:42 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta dawî hatina 8’emîn pilînoma Komîteya Navendî ya PDKÎ daxûyaniyek bilav kir.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayê ye:

Heştemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, hilbijartî ji hêla Kongireya 15’ê ya PDKÎ ve, roja Şemî 26.07.1393 (18.10.2014)’an bi amadebûna endamên eslî û endamên cihgirê Komîteya Nawendî dest pê kir, û piştî sê rojan karê berdewam roja 28’ê Rezberê (20’ê Octoberê) dawî bi karên xwe anî.

Heştemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, di demekê de bi rêve çû ku çend rojan pêştir semînareke taybet bi nirxandina kar û tekoşîn, siyaset û helwestên PDKÎ di heyama du salên derbazbûyî de, ku pêştir heyeta amadekariyê jêre hatibû diyarîkirin, bi beşdariya endamên rêberî û nûnerên kadr û pêşmergeyan, û hejmarek kesayetiyên siyasî bi rêve çû, û di vê semînarê de boçûn û pêşniyarên beşdaran ji aliyê Heyeta Amadekar ya semînarê ve, bona lêkolîna li ser wan, di pilînomê de ketin ber bas.

Pilînomê bi ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî pesendkirina destûra karê pilînomê, sekreterê giştî yê PDKÎ birêz Mistefa Hicrî lêkdaneweyeke giştî li ser pirsên curbicur pêşkêş kir. Di lêkdaneweya navbirî de, derheq Komara Îslamiya Îranê de, qala vê yekê hatibû kirin ku piştî êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Mûsilê, û şikandina hêza Îraqê di vê herêmê de, û dagîrkirina beşek ji welatê Îraqê ji aliyê wan ve, Komara Îslamiya Îranê hewl da ku bi beşdariya xwe di şerê herêmên Mexmûr û azadkirina Amirlî û amadebûna di eniyên şerê Celewla û...hwd de, nifûza xwe di Îraqê de ji berê zêdetir bike, û bandorê li ser pêvajo û pirsên siyasî yên Îraqê, bi kiryar danê, û ji aliyekî din ve jî hewla asayîkirina pêwendiyan di gel Erebistanê da, û derfet ji bo Hosiyan pêk anî, da ku ew bikarin di Yemenê de beşdarî deshilatê bin.

Bi vî halî jî dema ku hevalbendiyeke navdewletî li dijî DAÎŞ’ê pêk hat, ku pêşî ji kiryarên dijî mirovane û pêşrewiyên van çekdaran bigrin, beşeke zaf ji endamên vê hevalbendiyê, li dijî beşdariya Komara Îslamiya Îranê di vê hevalbendiyê de bûn. Di nav van aliyan de, mîrnişînên lêva Kendava Fars, Tirkiye û çend welatên Rojavayî tên dîtin, ku di encam de nehêlan Komara Îslamiya Îranê bikeve nav vê hevalbendiyê de. Ew helwesta bo Komara Îslamiya Îranê weke dûrxistina Komara Îslamî û giringînedan bi wan dihate hesibandin. Xeynî vê jî bi pêkhatina hikûmeta yekgirtî ya Felestînê, bi serokatiya Mehmûd Ebas, ku hekî bi tewahî ser bigre, nifûza Komara Îslamiya Îranê di vê cihê de jî, wê ber bi aloziyê ve lawaziyê ve here. Kontirolkirina zêdetir ya sînorên Xezeyê ji aliyê Mîsrê ve, ku derfeta şandina çek û teqemeniyan ji aliyê Komara Îslamî ve bo Xezeyê berteng dike, di gel kêmbûna pêwendiyên Sûdanê bi Komara Îslamiya Îranê re, rola vê rejîmê di herêmê de berevajiyê Îraqê kêm dike.

Pêwendiyên Komara Îslamiya Îranê û Tirkiyê jî, bi taybetî piştî razîbûna parlemena Tirkiyê, li derheq dana mafê sînorbezandinê bi hêzên Tirkiyê bona êrîşa bo ser terorîstan û sînorbezandina Sûriye û Îraqê, ber bi aloziyê ve çûye.

Bi kurtî hekî nifûza Komara Îslamiya Îranê di Îraqê de zêdetir bûye, lê di cihên din de ber bi lawaziyê ve çûye. Di beşeke din ya şirovekirina sekreterê giştî de, qala kêşeya etomî ya Komara Îslamî di gel welatên 5+1 hatibû kirin, ku heya niha jî, piştî van hemû civînan, her bi vî rengî çaresernekirî mane, û guman jî li ser vê pirograma navikî her di cihê xwe de ye. Di vê şiroveyê de bas ji zêdebûna rêjeya îdaman û girtin û binçavkirina xelkê, û vê dûrbûna zêde ku ni navbera soz û kiryarên Ruhanî de heye, hate kirin, bi taybetî di warê binpêkirina mafê mirovan û rewşa aborî û jiyana dijwar ya xelkê. Di warê binpêkirina mafên mirovan di raporê de, bas ji dawî rapora Ehmed Şehîd nûnerê mafê Mirovan ya NY, li ser Îranê û rapora Ban Kî Mûn sekreterê giştî yê NY di vê derheqê de hatibû kirin.

Herwisa di vê lêkdaneweyê de bas ji hilbijartinên Tirkiyê û serkevtina AKP’ê hatibû kirin, û bas ji bandorên vê hilbijartinê htibû kirin, û herwisa bas ji siyaset û helwest û şert û mercên Tirkiyê bo beşdarî di şerê DAÎŞ’ê de hatibû kirin, ku heya radeyekê nîgeranî ji bo rojavayiyan pêk anîbû, lê dîsan jî hêvî hate xwastin ku kêşeyên van dawiyane yên Tirkiyê, û pirsa Kurdistana Rojava, bandora neyînî li ser pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsa Kurd nedanê.

Herwisa bas ji rewşa Herêma Kurdistanê û vî şerî hatibû kirin ku berbirûyê wê bûye, û kêşeyên ku Bexdayê bo Herêma Kurdistanê pêk anîne, û bas ji kêşeya zêdetir ji 1.5 milyon awareyan hate kirin. Pilînomê ragehandina amadeyiya PDKÎ di şerê li dijî DAÎŞ’ê de, bo piştevaniya ji Herêma Kurdistanê bilind nirxand, û piştevaniya kêm mînak ya Rojavayiyan ji Herêma Kurdistanê wek xaleke erênî bo herêma Kurdistanê û doza Kurd bi giştî danî.

Sûriye û rewşa Kurd di vî welatî de, beşek din ji vê lêkdaneweyê bû, ku di vê derheqê de pilînomê tevî ragehandina piştevaniya xwe ji bo xelkê Kobanê, berxwedana xelk û hêzên berxwedêr li dijî êrîşên DAÎŞ’ê bo ser van herêman, bilind nirxand, û xweragiriya wan hejiyê rêzgirtinê da zanîn, û hêviya vê xwast ku hêzên siyasî yên Kurdistana Rojava di vê rewşa hestiyar de, di hewlên yekgirtina xwe de serkevtî bin.

Bi giştî ew lêkdanewe piştî behs û gengeşeyeke zêde ji aliyê beşdarên pilînomê ve hate dewlemend û pesendkirin.

Beşeke din ya karê pilînomê hatibû danîn bona behs li ser boçûn û pêşniyarên semînarê, û herwis rewşa Kurdistana Îranê, û kar û tekoşîna du salan ya PDKÎ di hemû organên xwe de. Di vê beşê de tevî îşarekirina bi dirêjiya serkutê û jêhelçûna rêjeya îdaman û zexta li ser çalakên medenî û çawaniya reşwa navxwe, û kar û tekoşîna her yek ji organên PDKÎ bi awayê cuda cuda, bi baldana bi boçûnên beşdarên semînarê, ketin ber bas. Beşdaran tevî giringîdana bi van pêşniyaran, riya dirust û hejî bo wan pêşniyaran destnîşan kirin.

Pilînomê derheq meşên xelkê rojhilatê Kurdistanê, bo piştevaniya ji Kobanê, û şandina alîkariyên mirovî bo awareyên her du parçeyên Kurdistanê li başûr û rojava, bilind nirxand, û ew piştevanî weke nîşana derbirîna hesta neteweyî ya Kurdên rojhilat hesiband, bi taybetî ku rejîmê hewl da van meşan bi qazanca xwe bişkêne, û di gel siyasetên xwe hevaheng bike, lê xelkê nehêlan ku ew hewla wan ji riya xwe bê derxistin. Pilînomê di beşek din ya karê xwe de, çend mijarên pêwendîdar bi erkên hizbî û neteweyî û rewşa opozisyona Îranê û hewcehiya hevxebatiya hêzên siyasî ên Kurdistanê xiste ber bas, û bo her yek ji wan bi taybetmendiyên xwe ve, rasipardeyên hewce destnîşan kirin.

Bi vî awayî piştî sê rojan kar, û bi encamgehandina destûra karê pilînomê, piştînîvroya roja 28’ê Rezberê (20’ê Octoberê) dawî bi karên xwe anî.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Deftera Siyasî
29’ê Rezber a 1393’an a Rojî
21’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an a Zayînî