Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çek û teqemenî ji Îranê ber bi Lobnanê ve hatin şandin

19:40 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî şer û pevçûnên Sûriyê û lawaz bûna rejîma Beşar Esed, wezîrên berevanî yên Îran û Lobnanê li Tehranê, civînek derheq rewşa aloz a rejîma Esed û şandina çekan bo Lobnanê pêkanîn.

Weşandina nûçeya şandina çek û teqemeniyan ji aliyê Îranê ve bo Lobnanê, di rewşa îro ya şerê terorê de nîşana vê hindê ye ku rejîma Îranê dixwaze bibêje ez dilgiranê bûyerên herêmê me.

Wezîrê berewanî yê rejîma Îslamiya Îranê got: “Ew rejîme amade ye bi her awayî di warê alavên şer, rahênan û perwerdeya leşkerî de, alîkarê rejîma Lobnanê be”.

Ji aliyekî din ve, cîgirê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, piştî bûyerên ku heyamek pêş niha di navçeya Sîstan û Belûçistanê û kuştina çend hêzên rejîma Îranê di wê deverê de, gef ji rejîma Pakistanê kiribû ku hêzên xwe dişîne axa wî welatî.

Şirovekardibêjin: “Helwesta berpirsên rejîma Îslamiya Îranê, bi armanca îxtardayînê hatiye bikar anîn ku bi nêrîna hundirî Îranê, dîtingeha ewlehî ya rejîma Îranê derheq neteweya Belûç de, zêdetir ji caran ewlhîtir dike.”

Dewleta Pakistanê di bertekdan bi vê helwesta rejîma Îranê de, ragehand: “Hewce nake Îran bo arîşeyên hundirîn yn xwe bi şûna sebebên derekî de biger e.”