Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka Sipî ambargoyên abûrî û siysetên xwe hember Îranê naguherîne

20:26 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi gotina Koşka Sipî, heta di egera lihevkirina Atomî digel rejîma Îêranê de, ambargoyên abûrî û siyasî yên Amerîkayê hember wê rejîmê yê di cihê xwe de bimînin.

Li gorî raporta nûçegihaniya “Ruytêrz,” roja Sêşemî 21’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Caş Îrnîst,cîgirê berdevkê Koşka Sipî ragehand: “Danûstandinên ligel rejîma Îslamî ya Îranê, hewceyî bi pêbaveriya du alî heye û heya ku dilgiranî neyên çareserkirin, gemaroyên abûrî hember rejîma Îranê û siyasetên qaşoyî berpirsên wê rejîmê yê wek xwe bimînin.

Cîgirê gotûbêjê Koşka Sipî, di dirêjahya gotinên xwe de, balkişand ser vê pirsê ku hinek ambargoyên abûrî dij bi Îranê, ji aliyê koşka Sipî û pareke din a gemaroyan, Encumena Yasadanînê bi ser Îranê de sepandine, herwisa got : ”Em nikarin tevahiya gemaroyan li ser rejîma Îranê rakin.”

Di wê peywendiyê de, Mark Kirêk senatorê komarxwaz yê Amerîkayê, li wilayeta Îlîno, di daxûyaniyekê de li egera pêkhatina Amerîka digel Îranê, bertek nîşan dabû.

Wî sinatorê komarxwaz, nûçeya piştîvanî nekirina kongireya Amerîkayê derheq bi lihevkirina çeka Nevekî ya Îranê ligel wî welatî, belav kiriye.

Roja Yekşemî 9’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Koşka Sipî biryar dabû ku Barak Obama ji tewahiya destilatdariya xwe mifah werdigre heya ew lihevhatina hewce bi pejrandina Kongirê nebe.