Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY: Kiryarên DAÎŞ’ê yên dijî Kurdên Îzedî divê weke Jînosayît bê naskirin

20:50 - 22 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Yek ji berpirsên bilind yê Saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) bilav kiriye, egera ewê di gorê de ye ku DAÎŞ li hember Kurdên Îzedî Jînosayîtê encam bide.

Li gor rapora nûçegihaniya Feranse, roja Sêşemî 21’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Îwan Sîmonûîç halîkarê srokê giştî yê NY di karûbarê ragehandinê de ragehand ku dibe kiryarên cinayetî ên girûpa terorîstî ên DAÎŞ’ê yên dijî Kurdên Îzedî weke jînosayît bê naskirin.

Berpirsê han yê rêxistina NY di gotinên xwe de tekez kir ku kiryarên DAÎŞ’ê yên dijî Kurdan “Cinayeta cengî” û “Cinayeta dijî mirovahî ye” û got: Bi balkişandin bi bûyerên îro û kiryarên wan dawiyane ên DAÎŞ’ê dijî Kurdên Îzedî weke “Tîrbaran”, “Bi zindî şewitandin” û “Firotina jin û keçên Îzedî weke Koyîle”; cirek ji jînosayît tê hesibandin.

Di wê pêwendiyê de, di Tîrmeha evsal de Komîsyona Lêkolîn ya NY girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê û herwiha rejîma Beşar Esed bi cinayeta dije mirovî sûçdar kiribû.