Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dilgiraniya senatorên Amerîkayê ji lihevkirina Nûklerî ya Obama bi bê guhdan ji Kongireyê

14:41 - 23 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerên payebilind yên Kongireya Amerîkayê, tevî dubare kirin şaşîtîya pêkhatina ligel “Koreya Bakûr,”nîgeraniya xwe ji lihevkirina Navekîa ligel rejîma Îranê nîşan dan.

Li gorî nûçegihanên navxweyî yên Îranê, Ed Roîs û Bat Mek kî on, serokên komîteya peywendiyên derw û hêzên çekdar li Parlemana nûnerên Amerîka, bi derxistina daxûyaniyekî lihevkirina Navokî ya devleta Obama ligel rejîma Îranê, dubarekirina şaşîtiyên pêkhatin digel Koreya Bakûr, dan dest bnîşan kirin.

Ed Roîs û Bat Mek Kîon di daxûyaniya xe de tekez kirin ku rejîma Îranê piştîvanê sereke yê terorîzma devletî ye û ji aliyekî din ve jêrbinayênyên çekên Nûklerî yên Koreya Bakût tu car holê nerabûne û nabe ev pirs derheq Îranê de, bê dubarekirin

Herwisa Mark Kêrk Senatorê Komarxwaz yê Amerîkayê li Eyaleta Îlînwî, di daxûyaniyekî de, ji pevhatina amerîkayê ligel Îranê de bertek da bû.

Roija Yekşemî 19’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Koşka Sipî biryar dabû ku Barak Obama tevahiya hewla xwe bide, heya ku pejirandina ew lihevkiria muhtemel, pêdivî bi erê kirina kongireyê nebe.

Mark kêrk, ew daxûyaniye di bersiva devleta Amerîka de belav kir ku , kongireya Amerîkayê wê lihevkirina muhtemel ya Artoî navbera Îran û wî welatî de, erê nake.

Ew senatorê komarxaz got: Kongireya Amerîkayê pêkhatina mimkin ya Navokî, navbera Îran û Amerîkayê de erê nake.

Her wisa Binyamîn Natanyaho, serok wezîrê Îsraîl, ji pêvajaya danûstandinên Atomî navbera Îran û 6 zilhêzên cîhanê dilgiraniya xwe nîşan dabû û gotibû; Em hember xeterke mezin ya lihevkirina(Îran û 5+1) sekinîne ku rê didin Îran bigehe bi Atomê.

Pêştir jî serokwezîrê Îsraîl, li axiftinekî di rêxstina giştî ya NY de Îrana Nûklerî talûketir(xeternaktir) ji DAÎŞ’ê bi nav biribû û daxwaza ji navbirina yekcarî ya rêbaz û serçaveyên berhemanîna çekên Navokî yên rejîma Îranê kiribû.