Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 230 welatiyên Kurd di xwenîşandanên kobanê de hatine girtin û gazîkirin

18:06 - 23 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Di xwenîşandanên ku 7’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an be, bi armanca destekdan bi kobanê dest pê kiribûn, heya niha 230 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine binçav kirin û gazî wan hatiye kirin.

Li gorî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 50 kes li Merîwan, 20 kes li Bokan, 6 kes li Rebet, 9 kes li Sine, 3 kes li Kirmanşan û 2 kes jî li Tehranê hatine binçavkirin ku piraniya wan bi navendên ewlehî yên Sipah û Îtilata rejîma Îranê hatine veguhastin.

Herwiha gorî raporan ku ji aliyê nûçegihanan we hatine bilavkirin, herî kêm 140 hemwelatiyên kurd bi sedema pişikdarî kirin di meşên piştevanî kirin ji Kobanê de, ji aliyê îdareya Îtilat ya Îranê ve hatine gazîkirin û ketine bin lêpirsînan de.

Gorî raportan, di pevçûnên navbera hêzên Întizamî û çalakvanan de, hêzên rejîmê ji batom û gazên istêr rêj mifah wergirtine û di wan xwenîşandanên ku di bajarên Merîwan,Urmiyê û Mihabadê de birêve çûbûn dehan kes hatibûn birîndar kirin.

Di wê peywendiyê de, piraniya xwenîşanderan bi siloganên “Neman bo dîktator”, “Kobanê ne bi tenê ye” û “Bijî Kurdistan”, dilsoziya xwe bi Kobanê re nîşn dan ku bertekdana hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê, pey xwe hiştibû.

Kiryarên rejîma Îranê ligel xelkê, di meş, gazî û girtina 230 hemwelatiyên Kurd nîşana vê hindê ye ku rejîma Îranê tu car alîkarê meşên mirovdostane nîne û ev jî di demekê de ku rejîma Îslamiya Îranê di wan xwenîşandane de roleke baş dilîze û yek rêz ligel xelkê, nerazîbûnê xwe nîşan dide.