Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman/ Kurdên bajarê Birêmin bo piştevanîkirin ji Kobanê meşek lidarxistin

15:44 - 25 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Kurdên akincî li bajarê Birêmin a welatê Almanê bo piştgîrîkirin ji Kobanê û protestokirina êrîşên terorîstî yên Dewleta Îslamî naskirî bi DAÎŞ, xwepêşandaneke di wî bajarî de birêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Şemî 18 çiriya Pêşîn a 2014’an de, bi sedan Kurdên rûniştî ên Birêmin a welatê Almanê, kombûneke berfireh bo piştevanîkirin ji Kobanê lidarxistin.

Di wê meşê de daxwaz ji navenda navdewletî hatkirin ku li demeke nêzî de bi hawara koçberên Kobanê ve biçin, herwiha daxwaz ji hevpeymanan hatkirin ku dijî êrîşên terorîstî yên DAÎŞ’ê pitir harîkariya Şervanên Kurd bêkirin û binke û barigehên DAÎŞ’ê ji nav bibin, daxwaz ji welatê Tirkiyê jî hatkirin ku sînorên xwe bo koçberên Kobanê weke û di şerê dijî terorê de pişikdarî bike.

Di wê meşê de peyama partî û rêxistinên Kurdî hat xwendin.

Şehriyar Neqşbendî berpirsê komîteya PDKÎ li Almanê çendî gotinek derheq bi helwêstên PDKÎ’ê teybet bi êrîşên terorîstî yên DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê û Rojava pêşkeşê xwepêşanderan kir.

Di wê xwepêşandanê de hejmarekî zaf ji endamên PDKÎ beşdar bûn.