Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî Kevnar yê PDKÎ’ê wefat kir

20:01 - 25 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê Ehmed Şaweyîsî kurê Ezîz, xelkê gundê Deretifêya ser bi devera Begzade ya bajarê Merîwanê, li başûrê Kurdistanê bi sedema nexweşiyê û pîrbûnê, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, bervara 22’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, pêşmergeyekî kevnar yê PDKÎ li bajarê Helebce bi sedema nexweşiyê wefat kir.

Ehmed her di detpêka şoreşê de bû bi pêşmergê PDKÎ û li hêza Zirêbar a Merîwanê hatibû rêxistin û bi emegnasî û wefadarî erkê pêşmergayetiya xwe cîbicî dikir.

Navbirî piştî 3 sal derbasbûn li ser pêşmergayetiyê li Başûrê Kurdistanê akincî bû û piştre weke endamekî wê partiyê erkên xwe cîbickirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji kes û karê wî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.