Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê di Pîranşehrê de hemwelatiyekî Kurd girtin

13:40 - 26 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê di Pîranşehrê de xurtekî Kurd bi tohmeta “alozkirina zêhnîyeta giştî” destbiserkirin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li Pîranşehrê, roja Pêncşemî 23’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, welatiyekî kurd girtin û bi cihekî nediyar veguhastin.

11193.jpg


Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” di raportekî de nasnameya wî welatiyê Kurd, Îbrahîm Xizrî, bi nav biriye.

Ew serçaveya nûçegihanî di dirêjeya raporta xwe de, bi zarê kesek ji tanişên Îbrahîm Xizrî dinbêje: Ew hemwelatiyê Kurd bi sedema rexne girtin ji pirsinêlên nexweşxanê, derheq bi xemsariya wan derheq rewşa nexweşan û can ji destdana zaroka xwe, her bi wê sedemê, ji kadr û pisinêlên tibî yê nexweşxaneya Xomênî ya wî bajarî, rexne girtibûn ku di encanmê de hêzên rejîma Îranê ew destbiser kirin û bi cihekî nediyar ve veguhastin.

Roja Yekşmiya borî Îbrahîm Xizrî, hevjîna xwe bona dermankirinê bo nexwşxaneya Pîranşehrê vegustibû lê bi sebeba xemsariya pirsinêlên wê nexweşxanê zaroka wan jiyana xwe winda kir.

Li gorî postera hatî bilav kirin, ew hemwelatiyê Kurd bi armnca, bicihanîna erka mirovayetî, agahdar kirin û pêşgirtin ji dubare nebûna wê xemsariya pirsinêla dermanî ya wê nexweşxaneyê û dilsozî kirin ligel malbatên ku êşa han kişandine, ev kiryare encam daye, lê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê, navbirî bi tohmeta “tevlihevkirina zêhniyeta giştî” binçav kirin.