Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî Kurd li Bokanê seba lixwekirina kincê Kurdî ji mamostatiyê bêparkirin

20:18 - 26 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Parêzer û mafnas û mamostayê zanîngeha teknîkî yê Bokanê bi sedema lixwekirina kincên Kurdî ji wanebêjiyê bêparkirin û heta heyameke nediyar ji zanîngehê dûr xistin.

Li gor rapora Kurdistanemdia, berpirsên zanîngeha teknîkî yê bajarê Bokanê, mafê wanebêjiya mamostayekî Kurd yê wê zanîngehê seba lixwekirina kincên Kurdî, ji wî sitandin.

11194.jpg
Sîrwan Îsmaîl Pûreqdem


Yek ji xwendekarên vê zanîngehê di gotûbêjekê digel peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, nasnameya ew mamostaye Kurd e “Sîrwan Îsmaîl Pûreqdem” ragehandiye.

Îsmaîl Pûreqdem ku yek ji mafnas û parêzerê Kurd e, li destpêka sala nû a xwendinê ji aliyê berpirsên zanîngeha teknîkî ya Bokanê ve derheq bi ceza wî hayîdar kirin e.

Bi gotina çavkaniyekî hayîdar ji meselê, Heraseta zanîngeha teknîkî a Bokanê pêştir jî çendîn caran derheq bi cir û şêwaza kincan, hişyarî dabûn.

Piştî çendîn caran hişyarîdan bi wî mamostayî, berpirsên zanîngehê ragehandin ku bi sedema “Harîkarî nekirin ligel berpirsên zanîngehê” tu pileyekî dersî bi wî mamostayî nayê dayîn.

Sîrwan Îsmaîl Pûreqdem derçûyê zanîngeha “Bihiştî”yê Tehranê û hevdem ligel karê parêzeriyê, çar sal li zanîngeha teknîkî yê Bokanê mijûlê wanebêjiyê bûye.