Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ 300 xwendingeh li bajarê Çaypar li halê têkçûn û nestandariyê heye

14:38 - 27 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Bajarê Çaypare tevî ku serhêla erdhejê ye, qutabxaneyên nestandard tê de hatine çêkirin.

Li gorî nûçegihaniya xwendekarên Îranê, li bajarê Çaypare, 288 xwendingehên nestandard, hatine avakirin.

Ewa di demêkê de ye ku xwendewan tevî wê hindê ku debistanên nestandar li ser hêla erdhejê hatina avakirin mijûlî xwendinê ne.

Li gorî raportên hatinî bilav kirin, 4750 xwendingeh li parêzgeha Urmiyê, hewceyî, helweşandin, nojenkirin û qahîm bûnê ne, herwisa jiyana 4000 xwendevanan di 200 debistanên wê parêzgehê de, ligel metirsiya micid rûberûne.

Hêjayî basê ye 1192 qutabxaneyên xirabe li parêzgeha Sine de hene ku %40 ji mektebên wê parêzgehê bi xwe digre.

Her di wê peywendiyê de 1268 medreseyên din jî li parêzgeha Sine hevceyî qahîm kirina, bilez in.

Gorî raportê %50 ji qutabxaneyên Îranê kevn û nestandard hatine çêkirin, heya vê hindê ku berpirsên Îranê ew debistanane wek “bombeyên saetî”bi nav kirine.
Nebûna pêdivyên perwerdê, kêm bûna atmosfera hînkirinê, xirabiya qutabxaneyan û girêdana nû ya debistana li parêzgehên Kurdistana Rojhelat de, bûye sedema nexwendinê û terikandina ders û qutabxaneyan, di nava bajarên Kurd akincî de.

Zêdebûna nexwendinê û terikandina mekteban, bi sedemên navbirî, di demekê de ye ku dewleta Rûhanî bi drûşma “xitimandina serçaveya nexwendewariyê,”pêşwazî li sala xwendinê ya 2014–2015(93–94) kiribû.

Raport radigehînin ku tenê li parêzgehên Kirmanşan û Sine, 10 hezar zarok yên 6 heya 13 salî ji xwendinê bê par mane.

Benda sisiyan ya yasaya bingehîn a hikûmeta Îslamiya Îranê, yekek ji erkên 16 xalî yên dewletê, dabîn kirina zirûfên “perwerdeya hîn bûn û sîporê,hevceye bo hemû kesê di her pileya xwendinê de be, bi hêsankarî dabîn bike.”

Ev di demekê de ye ku niha li parêzgehên Sine û Urmiyê de, 545 hezar nexwendewar hene ku rewşa han bûye sebeb, du parêzgehên navbirî li Îranê di nizimtirîn asta nexwendewariyê de bimînin.