Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefxwarin ji derxistina endamên malbata çalakvanekî siysî ê Kurd li zanistgehê

20:01 - 27 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Piştî gefxwarina kuştinê ji malbata çalakvanekî siyasî yê Kurd ê Merîwanê ji aliyê wezareta Îtilat a Îranê ve, xuşk û birayê wî çalakvanê siyasî yê Kurd jî bi derxistina ji zanîngehê gef liwan hat xwarin.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” ragihand: “Xuşk û birayê Muhemmed Xerîb Feyzî, çalakvanê siyasî yê Kurd, xelkê Merîwanê, ku niha di derveyî welat dijî, bi hukmê helavîstî yê durxistin ji xwendinê, ji aliyê îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî ya Îranê ve, rûbirû bûne.

Çavkaniya han ji devê yeke ji kes û karên wî çalakvanî ve got: “Îdareya Îtilatê, bi malbata Muhemmed Xerîb Fêyzî ragehandiye ku di egera nehatina Muhemmed Xerîb Feyzî bi Îranê, xuşk û birayê wî yê ji zanîngehê bên derbixin”.

Pêşgirtin ji çûn bo derveyî welat û gefxwarina kuştinê ji malbata çalakvanê navbirî yê Kurd, bo paş gerandina wî bi hundirî welat, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê we bi ser wê malbatê de hatiye sepandin.

Di sêyemîn gera hilbijardina lijneya birêveberiya Encomena Kesk a Çiya de, çavdêr û kora giştî ya wê encomena sivîl, ji zehmet û têkoşîna Muhemmed Xerîb Feyzî, di warê çêkirina Poster û nîgarkêşiyê de, sipasî kiribû û pesna wî dabû.

Rêzgirtin ji wî çalakvanê siyasî ê Kurd, di Kora Encomena Kesk a Çiya de, kîn û nefreta Îdareya Îtilat a rejîmê bi pey xwe hişt û bû sedem daku gefa kuştinê ,di egera alîkarî nekirin wan bi rejîmê re, bo gerandina kurê wan li derveyî welat, lê bê xwarin.

Muhemmed Xerîb Feyzî, ji bilî çalakiyên siyasî, warê jîngehparêziyê de jî, çalakî dikir. Navbirî ji Payîza sala 2010’an ve, ji aliyê hêzên ewlehî yên bajarê Merîwanê ve hatibû binçavkirin û dozgeriya wî bajarî, cezaya nexdî û hukmê hepsê lê birîbû.

Ew çalakvanê siyasî piştî derxistina wî hukmî ji aliyê dozgeriyê we û zext û guvaşên hêzên ewlehî yên rejîmê bei ser wî, Kurdistana Rojhelat bi cî hişt û koçberê deweyî welat bibû û nihajî li wir dijî.