Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya çalakane a endamên PDK Îranê di meşa şermezarkirina îdama 4 hevwelatiyên Ereb, li Biroksilê

15:23 - 30 Hezîran 2012

Kurdistanamedia: Endam û alîgirên PDK Îranê di meşek nerazîtiyê bi armanca şermezarkirina îdama 4 hevwelatiyên Erebên Ehwazê ji alirê rejîma Îranê ve, li hember Balyozxaneya rejîma Îranê li Biroksilê beşdarî kirin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera kurdistanmedia, berwar 28’ê Hezîrana 2012’an, xwenîşandanek bi beşdariya endam û alîgirên PDK Îranê û çendîn sazî û aliyên din ên siyasî û sivîl, bi armanca nîşandana nerazîtiyê li hember îdama 4 hevwelatiyên Erebên Ehwazê ji aliyê rejîma Îranê ve birêve çû û di meşa han de hin dirûşmên pêwendîdar bi mehkûmkirina îdama gitiyên siyasî bi taybetî netewên bindest hatin qîrandin.
Di xwenîşdandana han de daxuyaniyek hevbeş ji aliyê endamek PDK Îranê û peyama heryek ji aliyan hat xwendin.
Di daxuyaniya han de amaje bi vê hatiye kirin ku rejîma Îranê di destpêka hatineserkar a xwe de xêncî destbiserkirin, girtin, îşkence, gullebaran û sêdareyan û herweha zêdebûna hejarî û nedarî, bêkarî, bêexlaqî, gendeliya malî û îdarî tu tiştek din nekiriye.
Peyama PDK Îranê di wê meşê de ji aliyê birêz “Elîeşref Muradî” Berpirsê Komîteya Biljîkê ve hat pêşkêşkirin.