Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniyên Komîteya PDKÎ li Danîmarkê bo Kobanê dirêje heye

14:16 - 28 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Danîmarkê, di hewleke harîkariyê de, piştgîriya bajarê Kobanê kirin.

Li gor rapora malpera kurdistanmedia, di çend rojên borî de, fidirasiyona komele ya Kurdên Danîmarkê, li Kopênhag û derdora wî bi armanca komkirina harîkarî bo bajarê Kobanê, helmetek dest pêkiriye ku di encam de xelkekî zaf pişikdar bûn û komek kincên Zivistanê weke, malafe, kincên zarokan û alavên hewce bo xelkên wî bajarî Komkirin.

11199.jpg


Komîteya PDKÎ li devera Şîlend, şandek ji aliyê komîteya partê ve bi serperestiya Hetem Cehangîrî berpirsê komîteya PDKÎ li Şîlendê pişikdarî li henardekirina wan harîkariyane kir û li gor nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, ew alîkariyane ji riya Tirkiyê ve hatiye henardekirin.

Li gor rapora han, komîteya PDKÎ, cuda ji henarde kirina kelûpel û hewceyan, weke halîkar bo ew bexwedaniya ku li Kobanê bo berewanikirin ji axa Kurdistanê tê kirin, di komkirin û henardekirina kelûpelan de pişikdariyekî çalakane kiriye.

Her di wê pêwendiyê de Komîteya PDKÎ li welatê Danîmarkê, çendîn hevdîtin û serdan ligel endamên perleman û konsolxaneyên welatên din di Danîmarkê de bo bi dest anîna piştgîrî bo xelkê Kobanê lidarxistibûn.