Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî kurd li Sine 13 meh cezayê girtîgehê bi ser de hat sepandin

14:48 - 28 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd, xelkê yeke ji gundên ser bi Sine, ji aliyê dozgeriya Înqilab a Sine ve, bi 13 meh heps hat tometbar kirin.

Li gorî rapora berevanî kirin ji girtiyên siysî û sivîl, Teyîb Xudayar xelkê gundê Awêhenga ser bi Jaweroya Sine, ji ailyê dozgeriya rejîma Îslamiya Îranê ve, 13 meh ceza bi ser de hat sepandin.

Raport bas ji wê hindê dikin ku Teyîb Xudayar ji aliyê dozgeriya Înqilab a rejîma Îranê li Sine ve, bi tohmeta “alîkarî kirin ligel yeke ji partiyên Kurdî ên qaşoyî vê rejîmê, bi 13 meh cezayê girtinê hatiye mehkum kirin.

Teyîb Xudayar, roja Pêncşemî, 23’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve, hatibû binçavkirin û piştre bo derbaz kirina cezayê lêhatî birin, bi girtîgeha Navedî a Sine hat veguhestin.

Navbirî sala 2007’an jîs ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve hatibû girtin û heyamekê di girtîgehên hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê de bûye.