Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanberê jîngehparêz yên ji kar derxistî ên Îlamê li ber Prlemana Îranê çalakiya nerazîbûnê derbirîn

20:14 - 28 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: piştî ku hejmarek ji karmendên jîngehparêz li Îlamê hatin derxistin, ewan bi armanca nerazîbûnê, çalakiyek hember perlemana Îranê, li Tehranê lidarxistin.

Peyamnihêrên hudirîn bas li vê hindê dikin ku roja Yekşemî, 26’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hejmarek wezîfedarên Rêxistina Jîngeh Parêziya parêzgeha Îlamê, bi sedema derxistina bê sebeb a wan liser kar, hember perlemana şevra Îslamî ya Îranê kombûnek, pêk anîn.

Li gorî raportê hatinî bilavkirin, heyamekî pêş niha, hejmarek fermanberên Rêxistina Jîngehparêziyê li Îlamê, bê sebeb ji kar hatibûn derxistbûn û di wê peywendiyê de berpirsên rejîma Îranê tu bersivek hember wê kiryarê de nedabûne wan.
Malpera Kurdistanmedia, heyamekî pêş niha nûçeya derheq derxistina fermanberên jîngehparêz yên Îlamê bilav kiribû ku piştî 3’ê mehan çarenivîsa neron a wan karmendan hatibû aşkerekirin.

Ew karmendane kû hemû xwedî malbatin, piştî agahdarbûn ji hukmê derxistina xwe li ser kar, serdana bingehên peywendîdar yên rejîma Îslamiya Îranê kirin lê tu persiv wernegirtin û hewl dana wan bê encam ma.

Pêştir jî di heyamê 5 mehên borî de, fermanberên Kurd ên Muxabirat a gundên parêzgeha Îlamê, bi sedema wê hindê ku berpirsên hikûmî sozên xwe cîbicî nekirine û wan mûçeyê 9 mehan wernegirtine , xwenîşandana nerazîbûnê hember perlemana rejîma Îranê pêkanîbûn lê bersivên wan tenê di çarçoveya soz û qeraran de bû.