Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzîk bûna Îranê bi bombeya Atomê û zêde kirina dilgiraniyan

12:09 - 29 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Cîgirê pêşîn ê sekreterê giştî yê Ajansa Navdewletî a vizeya Atomî got ku mimkine Îranê Bombneya Atomî çêkiribe.

Gorî raporta “Elerebiye”, roja Yekşemî 26’ ê ÇiriyaPêşîn a 2014’an, Olî Haynon, cîgirê pêşîn ê sekreterê giştî yê Ajansa Neteweyên Yekbûyî yên Vizeya Navokî û mamostayê demkî yê zanîngeha Harward, di gotûbêjeke Radiyoî de, li bajarê Niyoyorka Amerîkayê de ragihand ku rejîma Îslamiya Îranê, tenê çend meh mane bigehe bi vizeya Navokî.

Olî Haynon, cîgirê berê yê Ajansa Nawdewletî ya vizeya Atomê, di berdewemiya gotinên xwe de amajr bi vê hindê kir; Hekî danûstandinên Navokî derheq pêşîgirtina Îranê bo çêkirina vizeya Navokî negehin encamekî, rejîma Îranê yê Atomê çêbike.

Cîgirê berê yê sekreterê giştî yê Vizeya Navokî tekez kir ku rejîma Îslamiya Îranê bi lihev kirinên demkî ligel welatên zilhêz pabend namîne û yê di çend mehên mayî de bikaribe Atomê devlemend bike.

Haynon, her wisa bi piropagendeyên rejîma Îslamiya Îranê di warê Vizaya Navokî de, îşare bi vê hindê kir ku bernameya Navokî ya Îranê cihên veşartî yên zor hene ku Ajansa Navdewletî ya vizeya Navokî bi sedema wê hindê ku rejîma Îslamiya Îranê veşartî hêlane, tu zaniyarî li wan cihên nehînî yên Atomê bi dest nixistiye.

Wendî Şirmen, cîgirê siyasî yê wezîrê derwe ê Amerîkayê û sêyemîn endamê payebilin yê wê wezaretxanê, derheq lihevkirina muhtemel a Navokî de gotiye: “Niha dema bi dawî kirina berpirsayetiya cudakirina Navokî ji Leşkerî hatî ye.”

Di wê peywendiyê de, berpirsekî wezîrê derwe yê Amerîkayê, ji nakokiyên dijwar ser pirsên girîng yên vizeya Navokî , bas kiriye.
Pêştir Firank Waltêr Îştayin Mayêr, Wezêrê derwe yê Almaniya, gotibû ku gotûbêj ligel Îranê dive bi awayekî be daku rejîma Îslamiya Îranê nikaribe bigehe Atomê.

Her wisa nûnerên Kongirêsa Amerîkayê dilgiraniya xwe ji lihevkirina “Obama” ligel Îranê bê muhleta Kongirêsê derbirîbûn û ew nîgeranî her diçe zêdetir dibe.

Ed Rowîs û Bat Mek kêon, serokên komîteya peywendiyê derwe û hêzên çekdar, herwisa Êlîna Rêz Litînin ji komarxwazên Kongirêsa Amerîkayê derheq lihevkirina şaş ligel Îranê, îxtar dabûn û pêkhatin ligel Îranê girêdayî bi dest kişandina yekcarî ya Îranê ji berhamanîna vizeya navokî û hemû serçaveyên wê vizeyê zanîbûn.

Her wisa destnîşan kiribûn ku hevcye Îran ji quretiya Navokî dest berde û bi ron û aşkere bernameyê Navokî yên xwe bide diyar kirin.

Li çav nakokiyên dijwar, hêlên sor yên ji aliyê Rêberê rejîma Îslamiya Îranê ve hatinî dest nîşan kirin, karzanên siyasî ser vê bawerêne ku lihevkirina Navokî digel Îranê ne mimkin e.