Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna pêwera neberaberiya navbera jin û mêran di Îrana Îslamî de

14:48 - 29 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Ligel ku Hesen Rûhanî soz û qerarên zêde di warê mafên welatiyan de dabûn lê pêwera neberaberya navbera jin û mêrande, li gor çend salên borî zêdetir bûye.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia, bîr û rayên aydolojîk û olî ji aliyê rejîma Îranê ve bûye sebeb ku derzeka regezî a watedar bikeve navbera jin û mêran de.

Di pilebendî kirina dawîn a kora cîhanî ya abûrî ku di sala 2014’an de hatiye bilavkirin,142 welatên cîhanê liçav pêwera neberaberiya navbera jin û mêran de, lêkolîn ji wan hatiye kirin.

Li gorî lêkolînên hatinî encam dan, Îran di nav 142 welatên cîhanê de liçav cudahiya regezî de, di pileya 137 an di cih girtiye.

Ev di demekê de ye ku rejîma Îslamî ya Îranê, li sala 2013’an ji rêya bidest xistina 58 îmtiyazan, diçav cudahiyên regezî, di pileya 130 an bi cih bibû.

Ew pêwer(şaxis) a cîhanî ji 4 sitûnên serkî: Hevpişkî û derfetên abûrî, dest ketiyên perwerdehiyê, leşsaxî û xurtkirina sisî, pêkhatiye.

Pêwera cîhanî ya han ku ji sala 2006’an, ji aliyê Encumena abûrî ve hatiye berhevdan kirin, reqemek di navbera 0 û 1 ê de ye. Her çi qas reqema dawî bi 0’ ê nêz bibe, ber bi neberaberiya mitleq ve diçe û çi qas bi1’ê jî nêz bibe bi beraberya tewaw nêzîk tir dibe.