Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ed Roîs: Rejîma Îranê bi awayekî berfireh mafên mirov binpê dike

18:18 - 29 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Serokê komîteya peywendiyên derekî yên perlemana nûnerên Amerîkayê, derheq berdewamiya binpê kirina mafên mirov li Îranê dilgiranya xwe îlan kir.

Li gorî raporta “RadiyoFerda,”roja Sêşemî 28’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Ed Roîs, serokê komîteya peywendiyên derve yên Perlemana nûnerên Amerîkayê, di daxûyaniyekê de ragihand, piştî bi destilat gehîştina Rûhanî, serok komarê nû yê Îranê, binpêkirina mafên mirov li wî welatî de bi awayekî berfireh zêde bûye û ew rêje dirêje heye.

Roîs di dirêjeya daxûyaniya xwe de dibêje: “Piştî êrîş kirin li ser jinan, rejîma Îslamiya Îranê, bertek dan xwenîşanderan û Nesrîn Situde, parêzera berevanî kirin ji mafên mirov, xistin binçava, herwiha yasayek erê kirin ku licihê wê hindê bikaribe pêş li (êrîşkirin bi ser jinan de) bibe asteng, elaqe û baveriya berpirs û hêzên rejîma Îrana Îslamî bi kiryarê han re zêdetir dike.(pêşniyar nameya Perlemna Îranê ya amir bi marof û nehi ji Minker).

Herwiha di daxûyaniya Ed Rowîs ku Obama mixateb girtiye, hatiye, hevce dike ew di danûstandinên Navokî ligel Îranê de, binpêkirina mafên mirov ji aliyê wê rejîmê ve berçav bigre.

Di wê peywendiyê de pêştir jî Navî Pîlay, Komîsaryayê mafên mirov li NY,ji du aliyan (Îran û 5+1) xwestibû pirsên mafên mirov jî raçav bikin ji berku dilgiraniyan bi pey xwe tîne.

Heya niha çendîn sazî û navendên navdewletî xwestine daku pirsên mafên mirov di nava gotûbêjên Navokî de bên bi cih kirin.