Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşî girtin ji bilav bûna kovarên Kurdî li Kurdistana Rojhelat

14:14 - 30 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Kovara Zagros, ku ji aliyê xwendekatrên zanîngeha Razî a Kirmanşanê ve weşanê dike, tenê di egera bilav bûna sedî deh ji babetên Kurdî, muhleta weşanê pê hat dayîn.

Malpera “Xwendekar” ku malperên fermî ya Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ye, di raportekî de ragihandiye: “Kovara Çandî – Civakî”a Zagros li zanistgeha Razî a Kirmanşan, bi mercekî dikare weşana xwe bike ku tenê %10 ji mijarên wê Kovarê bên bilavkirin.

Bilavoka Çandî – Civakî a Zagros ji 12 rûpelan pêkhatiye ku ew ser bi xwe ye û hemû erk û berpirsayetiya wê bilavokê li stûyê birêveber û xwendekarên zanîngeha Razî a Kirmanşanê ye.

Yekemîn hejmara bilavoka Zagros di 12 rûpelan de, li Payîza evsal de hat çap û bilavkirin ku di rûpelên xwe de çendîn babet derheq berxwedana xelkê Kobanê de, weşan kiriye.

Di heyamê çend salên borî de, hejmarek zor ji bilavokên xwendekarî ji Zanîngehên Îranê, nemaze Kurdistanê ji aliyê heyeta Ewlhî ya zanîngehê (herasetê)û Komîteya çavdêriyê ve, mohleta wêşan û bilav kirinê ji wan hatiyê girtin.

Bilavokên xwendekarî wek; Herewerz, Bojan û Lahî ji Zanîngeha Uemiyê, Kovara Çiro, Zarûyî Waran, Tirûske, Birûske, Bîstun û Şîba ji zanîngeha Kirmanşan, ji wan bilavokane ku mohleta weşanê ji aliyê berpirsên zanîngehan ve, ji wan hatiye standin.