Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerekî PDKÎ’ê ligel Partiya Kar a Holendayê

15:15 - 31 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Diya Hatemî, û nûnerê Yeketiya Lavan, Şewnem Mêhrabî, li gel Partiya Kar a Holendayê dîdarek pêkanîn.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia,roja Çarşemî,29’ê Çiriya Pêşîn a2014’an, nûnerê PDKÎ’, Diyar Hatemî, û nûnerê Yeketiya Lawan, Şewnem Mêhrabî, li Perlemana Holendayê digel,Mîşêl Sefays(Michiêl Servaes),endamê perlemana ser bi partiya kar a wî welatî, civînek pêkanîn.

Di destpêkê de nûnerê PDKÎ’ê, derheq dîroka wê partiyê, rewşa gelê Kurd û gelên din yên Îranê, axiftinek pêşkêş kir.

Diyar Hatemî, di dirêjeya gotinên xwe de, bas ji raporta Ehmed Şehîd kir ku pêştir radestî N.Y kiribû û Îdama 687 kesî di tîrmeha borî li Îranê de piştrast kiribû. Herwisa amaje bi vê hindê jî kiribû ku heya niha, piştî bi deselat gihîştina Rûhanî û sozên cîbicî kirina mafên mirov, “darvekirin,” ne tenê ku kêm nebûye belkî roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe.

Serfays got: Dewleta Holendayê agadarê rewşa mafên mirov di Îranê de ye û heyamek pêş niha me qirar danî da ku derheq wê rewşa han de, em serdana Îranê bikin, lê mixabin bi sedema wê hindê ku peywendia pêwîst bi xelkê re nemûmkin e, çûyîna me bi wî welatî re ser negêt.

Nûnerê PDKÎ’ di wê civînê de, sipasiya dewleta Holendayê kir ku arîkariya dewerê, di şerê dijî DAÎŞ’ê de dike û daxwaz ji wî welatî kir daku zêdetir
agadarê rewşa Kobanê be ku hayamê 40 rojane, di berxwedana qaşoyî terorê de ye.

Di wê çavpêketinêde, Mîşil Serfayês(Michiel Servaes) endamê Perlemana ser bi Partiya Kar, amaje bi vê hindê kir ku perlemana Holenda di destpêka şerê DAÎŞ’ê de, berdewam civînan pêk tîne ku bi xweşbînî biryar hate dan; bi awayên cûrbicûr alîkariya deverê bikin û Kobanê jî neyê jibîr kirin.