Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya nûciwan

12:23 - 1 Çirriya paşîn 2014

Îdrîs Stwet

Ev roja di cîhanê da, bo vê hatiye diyarîkirin ku kesên mezin bi xasmanî malbat û mamosta û berpirsyarên her civakekê giringiyek zaftir bi nûciwanan bidin.

Nûciwanên îro bi mifahwergirtin ji alavên modêrn ên pêwendîkirinê bi hêsanî dikarin tevî hemû cîhanê pêwendiyê bigrin, û di vê pêwendiyê de rêkxirawên mirovdost pêşniyara wê dikin ku ji vê alava pêwendîkirina bi hêz, bo birine ser a zanyariyan, û bo çalakî û bo xizmetkirina bi cîhaneke mirovdost mifahê wergirin.

Lê serbarê vê ku Cîhan û têknolojî roj tevî rojê di ber bi pêşveçûnê de ye, lê cîhan tijî ye ji ne wekhevî, bê edaletî, ferq û cudahîdanîn, û digellek welatên cîhanê de nûciwan dibine gorî, û bi xasmanî di welatên Rojhilata Navîn de, ku gorepana milmilanê, koçberî, kuştin, û xwînrijînê ye, û pêşeroja nûciwanan di vê deverê de nediyare.

Her çi qas ku nûciwanên vê deverê ji nûciwanên welatên pêşketî yên cîhanê kêmtir nînin, lê warê siyasî yên welatên vê deverê bi qasekê aloz e, ku zaf nûciwan bi hejarî jiyana xwe derbaz dikin, û nikarin şiyanên xwe û encama şiyanên xwe nîşan bidin, û em dikarin bêjin ku nûciwan di vê deverê de zirarmendtirîn texa civakê ne.

Di Îranê de jî, dibe em vê rastiyê qebûl bikin ku heya sîstmeke demokratîk nehê damezirandin, rewşa nûciwanan her wisa wê aloz bimîne, û nûciwan di Îranê de nabin xwediyê ti mafekê, û nikarin ji pêşketinên cîhana îro mifayê bistînin.

Di vê navberê de ku kurdistan ketiye nava vê qeyran û tirafîkê de, ku niha di rojevê de ye, pêşeroja nûciwanan ne diyar e, û bi xasmanî di kurdistana Îranê de, her ji destpêka hatine serkar a vê rejîmê ve, ku sîstemek ne demokratîk û serberedayî bi ser de zal bûye, rewşa nûciwanan di kupika qeyranê de ye, û rewş hinde aloz e, ku nahê zanîn ku pêşeroja nûciwanan ber bi tu aliyekê ve diçe, û dê çi bi serê wan bihê.

Em pîrozbahiya vê rojê ji hemû nûciwanên kurdistan û cîhanê dikin, û hêvîdar in ku ev roja bibe sedema yekrêzî û yekdengiya hemû civakên cîhanê, û bi xasmanî civaka kurdistanê.