Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma “Çi”...

12:39 - 1 Çirriya paşîn 2014

Fatih Salihî

Ew fîlma ji aliyê kesekî ve hatiye berhemanîn ku hemû jiyana xwe li ser çêkirina komek fîlmên kilîşeyî û leşkerî li ser bûyerên Îranê daniye. Bi taybetî li ser çeperên şerê bi Îraqê re, û li ser jiyan û derbazkirina pasdaran piştî bidawîhatina şer û dûrketina wan ji bazineya deshilatê, lewra Îbrahîm Hatemîkiya nivîskar û derhînerê vê fîlmê bi baweriya piraniya şarezayan û karnasên sînemayê, yek ji kirêgirtiyên ser bi Spaha Pasdaran e, ku berdewam ji bo geşepêdana rol û destêwerdana hêzên serkutkar ên Spaha Pasdaran di bazineyên curbicur ên civakê de hewlê dide, û bîrokeya ne rind a Spaha Pasdaran bo deshilatdarî û zalbûna bi ser xelkê de ji riya sînemayê ve tîne nav civakê.

Renge hinek kes bi bihîstina navê Îbrahîm Hatemîkiya wisa bifikirin ku ew kesa yek ji derhînerên herî xwedî şiyan ê sînemaya Îranê ye, û bi vê meremê jî navê du fîlmên “Ajansê Şîşêî” (Ajansa bi şûşe), û “Êrtifaê Pest” (Bilindahiya bê çine), wek mînak tîne, ku di rastî de ew du fîlmane jî, bi awayekî pilandarêtî ji bo lêdana hêzên dijî Komara Îslamiya Îranê û Spaha Pasdaran hatine çêkirin.

Lê Hatemîkiya di fîlma “Çi” de, rûçikê rastîn yê xwe, û xweşxizmetîkirin bi Komara Îslamiya Îranê û Spaha Pasdaran nîşan dide, û her di detspêkê de, bi berevajîkirina rastiyan û ji rê derxistina rastiyan hewlê dide ku tawana teyisandina şer bixe stûyê hêzên azadîxwaz, û bi vî awayî xwe di hemû tawanên dijî mirovatiyê de, ku li dijî xelkê Pawe bi rêve birin, bê sûç nîşan bidin.

Di vê fîlmê de bi eşkereyî xuya dike ku rêjîm her di destpêkê de, bi pêkanîna ajawegerî û têkdana têkiliyên di navbera Hewramî û Soraniyên akinciyê Pawe, di hizra çandina tovê hizr û bîra heman doktorîna “nakokiyan çê bike, û deshilatdariyê bike” de ye.

Di vê fîlmê de jî weke fîlma Şûrê Şîrîn (hezek Şîrîn), Kurd wek hêzeke serbirr û talançî tê berçav, ku emanê nadin xelkê Pawe. Xeynî vê yekê derhînerê vê fîlmê jî, dîsan bi mifahwergirtina ji komek kêşeyên demserveçûyî hemû şiyana xwe bi kar tîne ku bi hinek tirokajên sînemayî yên di sînemaya ekşên ya Halîwûdê de, bala bîner bo aliyê xwe rakêşe, û gellek çewaşekarane, rûçikekê ji Çemran nîşan bide ku ji bo azadî û rizgariya neteweyan hewlê dide.
Helbet wisa dixûye ku Hatemîkiya bixwe jî wek hevşêweya hevbîrên xwe, bawerî bi têgeha netewe tuneye, û di vê fîlmê de, Çemran qet bas ji netewebûna Kurd nake, û zêdetir ji kanala ola Şîe ve bas ji toxm û regeza mirovan dike.

Lewra Hatemîkiya hewlê dide ku vî rûçikê xwînrêj ji Çemran bistîne, û di cihê nîşandana rûçikê rastîn yê Çemran, kesekî aştîxwaz ji wî nîşan bide, lewra çendîn caran ji zarê kesayetiya Çemran ve em guhdarê vê diyalogê ne ku “Em ji bo şer nehatine...em li ser daxwaza xelkê Pawe, ji bo alîkariyê hatine”.

Pirsek din ku di vê mijarê de cihê basê ye, boxtankirina li xebata rewa ya neteweya me ye, ku berdewam karbidestên Komara Îslamiya Îranê, û darûdesteyên wan wek Îbrahîm Hatemîkiya hewlê didin ku wisa bi bîrûraya giştî biselimînin ku şoreşên Kurd ne tenê encama xwestek û daxwaziyên Kurdan e, belkû berhema palpiştiya hêzeke bîhanî ye, lewra bi eşkereyî di vê fîlmê de ev tewera berçav dikeve, û ji zarê Çemran ve, di gotûbêja digel kesayetiyeke ne rohn û xeyalî bi navê Dr. Enayetî de, tê baskirin ku “Bûyê Îsraîl bi meşamem mîresed” (bêhna Îsraîlê tê min).

Lê rastiyek di vê fîlmê de xwe nîşan dide, ku ew jî eva ye ku Çemran û ew kesên din ku bi hêceta danûstandin û gotûbêjan hatibûn bo bajarê Pawe, tenê bi armanca amadekariyan hatibûne wî bajarî, û qet di bîra aştî û gotûbêjê de nebûn, lewra dema ku yek ji pasdarên rejîmê êrîş dike ser Tîmsar Felahî, Çemran di bersivê de dibêje: “Em ji bo lêkolîna li ser rewşê hatine”, û rast her wisa ye jî, jiber ku piştî vê ku Çemran û Felahî rewşê lêkolîn dikin, daxwaza alîkariyan û biryara Cîhadê ji Xomeynî dikin, û piştî vê ku ew dikarin bi awayê herî baş demê ji xwe re bi dest bixin, Xomêynî di roja 28.05.1358 (Tebaxa sala 1979)’an de, biryara cîhadê li dijî gelê Kurd der dike, û bi êrîşa hêzên serkutkar şîpelên xwînê di Pawe de rê dixin, û bi hêceta şer li dijî kofrê dest bi tawanên herî hovane li dijî mirovahiyê dikin.

Armancên berhemanîna van cure fîlman çi ne:
1-Ev fîlmane, û komek fîlmên din, di heftiya bi navê “Difaê Muqedes” (bergiriya pîroz) de, di çarçoveya pirogrameke televîzyonî bi navê “Ceşnwarêyê fîlmhayê Difaê Muqedes”,(festîvala fîlmên bergiriya pîroz) de, li ser şaşeya fermî ya Saziya Dengûreng a Komara Îslamiya Îranê hate bilavkirin, ku ne tenê nekarî xizmetê bi vê saziyê bike, belkû bû sedema eşkerekirina nerizayetiya xûşk û birayên me yên Kurd ji pîr û ciwan û xwendekar û ...hwd.

Bilavkirina van cure fîlman di bin navên bi vî awayî de, nîşana vê rastiyê ye ku Komara Îslamî dixwaze bêje xelkê berdengê xwe, ku hêzên Kurdî êrîşkar û pêşengê şer bûn, lê em hemû dizanin û dîrokê jî selimandiye ku tu carî, tu hêzeke rizgarîxwaz a Kurd û li serveyî hemiyan PDKÎ, çeka ji bo êrîşê hilnegirtiye, belkû çek encama daxistina deriyên gotûbêjê bûye, û di rastî de ji bo berevaniyê hatiye hilgirtin.

Di demekê de ku karbidestên Komara Îslamiya Îranê û spahiyên di Saziya Dengûreng a Îranê de, di hewla vê yekê de ne ku êrîşa hovane ya xwe bo ser Kurdistanê, di çarçoveya berevaniya bi nav pîroz di bîr û hizra xelkê xwe de cih bikin.

2- Komara Îslamiya Îranê ji mêjdem e ku hewlê dide, bi berhemanîna van fîlmên sivik xebata rewa ya neteweya me bibe jêr pirsyarê, û ji riya kirêtnîşandanan, û berevajîkirina rastiyan, hêcetan bo tawanên xwe bîne, lê bi baldan bi rûçikê rastîn yê karbidestên vê sîstemê, tu carî nikarin bigihîjin vê armanca xwe, û ne tenê berhemanîna van fîlman xizmeta wan nake, belkû dibe hêvinê nerizayetiyên xelkê, û piştqahîmiya zêdetir bi hêzên rizgarîxwaz.

Lewra em dibînin dema ku ew fîlm ji Saziya Dengûreng ya Komara Îslamî de bilav dibin, xelkê Kurd li ser torên civakî, bi yekdengî van kiryarên rejîmê şermezar dikin û wek kiryareke sivik dihesibînin.

3- Komara Îslamiya Îranê baş dizane ku PDKÎ çi pêgeheke kûr û ji mêjîn di nav xelkê de heye, û Komara Îslamî bi dirêjahiya 36 sal temenê reş û biyom yê deshilatdariya xwe, ti carî nekariye ku vê reh û rîşeya dîrokî hişik bike, lewra bi hemû hêz û şiyana xwe hewlê dide ku ji bo xapandina nivşa nû fîlmeke bi vî rengî berhem bîne, ku hem ji aliyekî ve qehremansaziyê ji wan re bike, û ji aliyekî din ve jî ciwanên Kurd ji ducarîbûna van bûyeran bitirsîne.

Lê bi eşkereyî em dikarin bêjin ku di navbera deshilatdaran û nivşên çarem û pêncem ên paş şoreşa gelên Îranê de, valahiyeke wisa pêk hat ku ne tenê sînemaya Komara Îslamî, belkû sînemayên Halîwûd û Balîwûd jî nikarin vê valahiyê tijî bikin, û rejîm qet nikare bi berhemanîna van cure fîaman xelkê bo aliyê xwe rakêşe.

4- Komara Îslamiya Îranê ne tenê ji riya berhemanîna van fîlman ve, belkû ji riya çêkirina komek fîlm û dekomentên pirr ji direv ên din, hewla vê yekê daye ku li dijî hêzên rizgarîxwaz, û li dijî PDKÎ di nav kom û kombûnên cîhanî ên mirovdost de belgesaziyê bike, û rûçikek terorîstane ji hêza Kurd nîşan bide, û ji vê riyê ve nîşanî cîhanê bide ku goriyê sereke yê terorê, û karbidestên rejîmê ye, bê xeber ji vê ku rûçikê rasteqîne yên vê rejîmê ji bo hemû aliyekî rohn bûye, û rejîm bi vî karî jî nikare ku rastiyan berevajî nîşan bide, û xebata rizgarîxwazane ya neteweya Kurd kirêt nîşan bide.