Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Rojhilat jî, wê bihêt

12:52 - 1 Çirriya paşîn 2014

Birêz Mihemed Nezîf Qadirî
A: Kanyaw


Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê di şerê dasepayî bi ser neteweya Kurd di rojhilata Kurdistanê de, hem şerê cibheyî û hem jî şerê milîtanî li dijî hêzên çekdar ên rejîma Îranê bi rêve biriye, û gellek caran hatiye neçarkirin ku binke û baregehên xwe veguhêze bo aliyê sînoran, û ev veguhastina bûye hêcetek ji bo hinek kes û aliyan, û dibêjin ku bi paşekêşeya hêza pêşmerge ber bi sînoran, şoreş û xebat di rojhilata Kurdistanê de lawaz bûye, û yan jî bandora wê kêm bûye.

Herwisa li derheq şêweyên xebatê û mifahwergirtin ji derfetan, di dîroka siyasî ya xebata neteweya Kurd de, rêzdar Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, bi vî awayî boçûna xwe bas dike: “Bi nirxandin û lêkolîneke hûr li ser rewşa Rojhilata Kurdistanê, tevgera mafxwazane ya gelê Kurd ew rastiya selimandiye ku hilbijartina her şêwazek ji xebat û berxwedanê, vedigere bo wan derfetên ku ji bo xortên xebatkar pêk tê.

Ezmûna şoreşa Kurd li başûrê Kurdistanê, di gel deshilata nawendî, tejî ye ji ceribandina metodên xebatê. Herwisa reftara dijî Kurd ya deshilatdarên Sûriyê jî, ji ti kesî veşartî nine.

Her piştî şoreşa gelên Îranê, xelkê Kurdistana Îranê bona çareserkirina daxwaziyên xwe bi awayekî medenî, ji riya xwenîşandanan, û girevgirtinê hatin ser kolanan, û daxwaza mafê xwe yê neteweyî kirin.

Herwisa birêveçûna gireva giştî di van çend salên dawiyê de, di roja 22’ê Pûşperê (13’ê Juenê, salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî) de, û gireva giştî ya di roja 23’ê Banemera 1389 (meha Gulana 2010)’an de, li dijî bidarvekirina çar xebatkarên Kurd, û hatina ser kolanan ya xelkê rojhilata Kurdistanê di xweşî û nexweşiyên Kurdên başûrê Kurdistanê, û Kurdên Rojavayê Kurdistanê, mînaka herî berçav ya xebata medenî ya xelkê rojhilata Kurdistanê ye”.

Derheq xebata medenî û pêşwazîkirina xelkê rojhilata Kurdistanê ji banga PDKÎ, birêz Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ bi vî awayî bersiva me da: “Diyare ku dema em bas ji xebata medenî di rojhilata Kurdistanê de dikin, eva cudahî heye di gel xebata medenî di welatekî demokratîk yan nîve demokratîk de, jiber ku di Îranê de, kêmtirîm nerizayetî jî, bi agir û asin û gulleyan, û îşkence û zindanê tê bersivdan.

Lê bi vî halî jî xelkê rojhilata Kurdistanê ji her derfetekê mifah standine da ku raya giştî û deshilatdarên rejîma Îranê ji daxwaziyên xwe agehdar bikin. Di vî warî de jî bê guman PDKÎ bandora xwe hebûye. Bo mînak li salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de, li ser daxwaza PDKÎ, beşek zaf ji xekê dukan û bazar dadixistin û çalakiyên curbicur bi rêve dibirin, yan jî di van rojên dawiyê de me dît ku xelkê rojhilata Kurdistanê bona piştevanîkirina ji xelkê Kobanê hatin ser şeqaman, û herçend ku rejîmê xwast ku ew li gorî hezkirina wan meşa xwe bi rêve bibin, lê xelkê diruşmên silav li Qasimlo, mirin bo dîktator û neman bo terorîzmê qîriyan. Eva nîşan dide ku PDKÎ bandora xwe bi ser rojhilata Kurdistanê de heye”.

Herwisa li derheq axavtinên wan kesên ku bas ji vê kirine ku PDKÎ çavnihêrê bûyeran e, û PDKÎ rexne kirine, birêz Mihemednezîf Qadirî bi vî rengî bersiv da: “Giringîdan bi xebata medenî û cemawerî ji aliyê partiyên rojhilata Kurdistanê ve berdewam e, û di vî warî de partî û aliyên siyasî yên vê para kurdistanê rola xwe ya dîrokî dilîzin.

Herwisa çalakên medenî di vî warî de bûne hêzek ku haşa lê nahê kirin. Di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de, PDKÎ rola xwe hebûye, û di her qonaxek ji xebat bo mafê neteweyî de, wek faktereke serbixwe kar kiriye û bi piştqahîmiya bi vê hêza xwe ya serbixwe bernameya kar û şêwaza xebat, û siyaseta xwe darêtiye.

Her li ser vê rêrewê jî, xebata xwe didomîne, û pêrewiyê ji siyasetekê dike ku di berjewendiya xelkê rojhilata Kurdistanê, û ber bi pêşveçûna siyasetên PDKÎ de be. Di vê rewşa hestiyar de jî, dibe ku diyarîkirina her şêwazek ji xebatê, di berjewendiya xelkê rojhilata Kurdistanê de be”.

Di kelekela şer û berxwedana di Kobanê de, li ser daxwaza PDKÎ û çalakên medenî û aliyên siyasî ên Kurdistanê, xelkê Kurdistana rojhilat di piraniya bajaran de hatin ser şeqaman, û kar û kiryarên DAÎŞ’ê û piştevanên wê, şermezar kirin, û bi vî rengî piştevanî ji xelkê Kobanê kirin. Li derheq ew kesên ku dibêjin di rojhilata Kurdistanê de şoreş sekiniye, yan jî nemaye, birêz Teymûr Mistefayî bi vî awayî bersiva wan da: “Eva ku carna ji zimanê hinek kesan ve em dibihîzin ku şoreş di rojhilata Kurdistanê de sekiniye, yan bandora wê nemaye, cihê heyrîmanê ye.

Bi baweriya min ew kesane ji bo berjewendiya xwe, û razîkirina Komara Îslamiya Îranê, amade ne ku şoreşa Kurdistana Îranê bi vê hemû derbazbûyiya zêrîn, bikin goriyê siyasetên xwe yên şaş. Hekî ne, çawa ew bandora şoreşa rojhilata Kurdistanê nabînin.

Eva di demekê de ye ku Wezîrê Îtilaata Îranê bas ji rastiya hebûna şoreşê di Kurdistana rojhilat û badora wê kiriye, û hewldanên xwe ji bo kêmkirina bandora wan hêzan neveşartiye.

Di dawî meşa piştevaniya xelkê rojhilata Kurdistanê ji berxwedana Kobanê de, bilindkirina diruşmên weke “Kobanê Kurdistan e, Demokrat rêberê me ye”, û “DAÎŞ dijî Kurdan e, hevpeymanê Tehranê ye”, ji aliyê xelkê ve, nîşana şikesta siyaseta helandina Kurdan ji aliyê rejîmê ve bû, û bersivek jî bû, ji bo yên ku dixwazin bi bêjingê pêşiya rojê bigrin”.

Xelkê rojhilata Kurdistanê bi dehan carên din jî, li ser banga PDKÎ û hêz û aliyên din ên siyasî bona piştevanî ji Kurdên parçeyên din hatine ser şeqaman û gellek caran jî berbirûyê girtin û îşkenceyê jî bûne, û heya gulle bi ser wan de hatiye barandin û hatine birîndar û şehîdkirin jî. Kûrbûna pirsa şunasê di Kurdistana Îranê de, tenê girêdayî van salên dawiyê nine, belkû eva pirsek dîrokî ye.

Lê di van salên dawiyê de bi hinek sedeman ew pirs û hesta neteweyî û asta xwestek û daxwaziyên xelkê Kurdistanê roj li pey rojê zêdetir bûye. Lewra kûrbûna pirsa Kurd, nîşana hebûna şoreşê û berdewamiya xebatê di rojhilata Kurdistanê de ye.

Bi giştî neteweya Kurd di Kurdistana Îranê de, di her rewşekê de, şêwazên xebata xwe, bixwe diyarî dike. Lewra nasîna rast û dirust ya derfetan û destnîşankirina şêwaza xebata li gorî wan derfetan bona pêşveçûna pêvajoya xebatê di Kurdistana Îranê de, ji siyasetên rastbînane yên PDKÎ bûne.

Di dawiyê de gelo şik û gumana vê yekê maye ku kes yan kesanek bi qestî û bi zanebûn, yan jî, ji bo razîkirina Komara Îslamiya Îranê, bêjin şoreş û xebat di rojhilata Kurdistanê de nemaye? Di demekê de ku rojane bi dehan kesî ji çalakên siyasî û çandî, berbirûyê girtin, îşkence û îdamê dibin. Şoreşek niha di Kurdistana Îranê de heye, ku vê şoreş û xebatê, neteweyên din yên Îranê jî, ji bo daxwazkirina xwestek û daxwaziyên neteweyî rakiriye ser piyan.