Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê, hovtir ji DAÎŞ’ê

12:55 - 1 Çirriya paşîn 2014

Îro rojê bi sedema pêşkevtina teknolojiyê, û hebûna torên civakî ên înternetî, û hebûna bi hezaran torên mahwareyî, cinayetên DAÎŞ’ê di tewahiya cîhanê de deng vedane.

Lewra xelkê cîhanê û dewletên cîhanê dizanin ku ew ne tenê bi girûpeke terorîstî re, belkû bi dewleteke terorîstî bi navê “Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê” re berbirû ne, û dikare gefek micid û pirr metirsîdar be ji tewahiya cîhanê re. Lewra hevalbendiya li dijî wan roj bi rojê bi hêztir dibe, û kîn û nefreta ji wan jî, roj bi rojê bi gurrtir dibe.

Lê nabe ji bîra ti kesî here, ku ji DAÎŞ’ê hovtir û metirsîdartir di cîhanê de, rejîma Komara Îslamiya Îranê ye. Lewra em dibêjin hovtir, ji ber ku kar û kiryarên wan yên hovane ji yên DAÎŞ’ê kêmtir nebûne. Vê rejîmê di destpêka deshilatdariya xwe de, wek hovan êrîşî ser Kurdistanê kir, û bi hezaran kesî girtin û xistin girtîgehê, û bi hezaran kesî di nav gundan de gullebaran kirin, û heya rehm bi jin û biçûk û pîr û kalan jî nekirin.

Di dema komkujiya di Qarnê û Qelatana Nexedê de, celadên rejîmê, melayê gund ku bi hilgirtina Quranê, daxwaz ji wan kir ku dev ji komkujiya xelkê bê guneh berdin, dane ber gulleyan, û piştre jî serjê kirin. Herwisa celadên vê rejîmê, destdirêjiya cinsî kirin ser keç û xortên bê guneh yên xelkê di girtîgehan de.
Lê serbarê wan hemû zulm û zordariyan, wê demê xelkê Kurdistanê berxwedanî dikirin, û qet serê xwe di hemberî wan hovsifetan de netewandin.

Lê mixabin wê demê bi sedema nebûna teknolojiya ragehandinê, hem destanrêsiyên xelkê Kurdistanê bi pêşengiya PDKÎ, û hem jî hovîtiyên rejîma Xomêynî dengvedaneke wisa tunebûn.

Gelê Kurd niha jî şanaziyê bi berxwedana xelkê Kurdistana Rojhilat di wê demê de dike, û rejîma Îranê jî hovtir ji DAÎŞ’ê dibîne.