Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rayîs: Rejîma Îranê piştevaniya terorîzmê ye û hewl dibe bi çeka etomî bigîje

15:33 - 1 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Berdevka ewlehî ya neteweyî a dewleta Amerîkayê egera gihîştin bi lihevkirina Navekî ligel rejîma Îranê kêmtir ji %50 an wesfand.

Suzan Rayîs Berdevka ewlehî ya neteweyî a dewleta Amerîkayê li perawêza civînê di Waşîngtonê de tekez kir ku rejîma Îran piştevaniya sereke ya terorîzmê di cîhanê de ye ku rejîma Îslamî ya Îranê hewl dide bi bombeya etomî bigîje.

Gotinên Suzan rayîs vê yekê derdixîne ku bi nerîna wê egera destpêregihîştin bi hilevkirina Navekî ligel rejîma Îranê ji sedî 50 kêmtir e.

Di wê pêwendiyê de piraniya endamên kongireya Amerîkayê û herwiha serok wezîrên Îsraîlê Binyamîn Natanyaho, derheq bi lihevkirina xirab tevî rejîma Îslamî a Îranê hişdarî dane tîma gotûbêjê.