Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde û şandina welatiyên Afxanj bo Sûriyê ji aliyê rejîma Îranê ve

15:53 - 1 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di jêr navê berewanî kirin ji “Herema Zeynebê” û piştevanî kirin ji rejîma Beşar Esed de, hemwelatiyên Afxanî perwerde dike û bo Sûriyê henarde dike.

Li gorî raporta malpera kurdistanmedia, hêzên Sipah û Besîc yên rejîma Îslamî ya Îranê, di jêr navên girûpên wek “gordana Fatimûn”û “parastina Herema hezreta Masûme,” bi armanca destekdan û berwanî kirin ji rejîma Esed, diçin Sûriyê û di kêlek rejîma Beşar Esad de, dest bi kuştina sivîl, milîtan û dijberên rejîma Beşar Esed, dikin.
Gurdana Fatimiyon ji hêzên Îranî û Afxanî hatiye lidarxistin.

Rejîma Îranê di detspêka şerê Sûriyê de, hertim bi şandina hêzên Sipaha Pasdaran, berewanî ji rejîma Beşar Esed kiriye.

Ji kiryarên rejîma Îslamiya Îranê di wî heyamî de, perwerdeya hemwelatiyên Afxanî û şandina wan bo Sûriyê, jêr navê “parêziya Herema Zeynebê” ye û herwiha dest pêkirina nûçeya nû ya Sipaha Pasdaran derheq bi xizmet girtina xelkê biyanî di welatên cîran bo şerê Sûriyê bûye.

S.N.N, di wê peywendiyê de raporteke bidelîlî bilavkiriye ku hemwelatiyên Afxanî yên di Îranê de ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê we tên perwerde kirin û bi mehaneya 500 Dolarî di Sûriyê de ligel dijberên Beşar Esed, şer dikin.

Afxaniyên han di egera kuştinê de ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê we termê wan bi Îranê tê veguhastin û di bajrên wek Qom, Mehşed, Tehran û Îsfahanê de defin dibin.

Herwiha hindik raport derdixin; Rejîma Îslamiya Îranê, welatiyên Şîe yên Behrên, Îraq, Pakistan, Lubnan, Siûdiyên ku li Îranê akincî ne, bi pîlanên aydiyolocî, wezêfedar dike û ber bi Sûriyê ve dişîne.

Şandina hêzên çekdar yên Şîe ji Îranê û welatên cîran bi Sûriyê; di tenişta alîkariya madî de û bervanî kirin ji rejîma Beşae Esed ku di qaşoyî wan de, hêzên welatên din şer dikin, dever kirin e meydana şerên mezhebî.