Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çandîn bajarên Almanê de xwepêşandanek bo piştevanîkirin ji Kobanê bi rêve çû

19:40 - 3 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Li bajarên Birlîn, Hamburg, Birêmin, Hamover, Kolin û Şitptarg ên welatê Almanê, meşek bo piştevanîkirin ji Kobanê bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 2’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, hevdem ligel roja cîhanî a piştevanîkirin ji Kobanê li çendîn bajarên mezin ên welatê Almanê xwenîşandanên berfireh bi rêve çû.

Li bajarê Birêmin bi hezaran kes ji Kurdên rûniştî ên wî bajarî û derdora wî, li meydana Sîgenmakêtê kom bibûn û piştevaniya xwe bo Kobanê re ragehandin.

Di vê xwepêşandanê de nûnerên partiyên çar parê Kurdistanê û çendîn partiyê Almanî amade bûn.

Di xwepêşandana bajarê Birêmin de endamên Partiya Demokrat a kurdistana Îranê jî pişikdar bûn.

Li ser bangewaziya kesayetiyên navdar yên cîhanê, wek: Nwam Çamiskî, Sedanîtir ji çalakvanên mafê mirov, nivîskar, helbestvan û hunermendên ku hinek ji wan xwediyê xelata Nobêl in, roja 1’ê Çiriya Paşîn wek roja cîhanî a piştevanîkirin ji Kobanê ragehandin û di hemû cihanê de xwepêşandan hatin lidarxistin û bi vî cirî rojekî dîrokî bo gelê Kurd hat tomarkirin.