Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar yê PDKÎ wefat kir

20:17 - 3 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Xebatkar û fermandê navdar yê partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bakûrê Kurdistana Îranê bi navê Zilmat Mamedî, bi sedema nexweşiya penceşêr ku heyamekî zaf bû tûşî vê nexweşiyê bibû, li welatê Tirkiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 1’ê Çiriya paşîn a 2014’an, pêşmergeyekî kevnar û şoreşgir, fermandê navdar li herêma Selmasê bi navê Zilmat Mamedî naskirî bi (Zilmo) li welatê Tirkiyê de koça dawiyê kir.

11303.jpg
Zolmat Mamedî

Zilmat Mamedî di destpêka şoreşa gelên Îranê de û piştî ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ’ê çeka pêşmergayetiyê wergirt û bi sedema jêhatiyê li heyamê sala 1980’an heta 1984’an weke fermandeyekî qehriman û binavbagê PDKÎ di rêza PDKÎ de xizmet bi PDKÎ û gelê xwe kir û di wê heyamê de wek fermandê hêza taybet bi navê hêza partîzan di bakûrê Kurdistana Îranê de xizmet dikir û li dehan şerên qehrimanane de pişikdar bûye.

Zilmat Mamedî ku kesayetiyekî binav û deng yê devera Selmas, Şipîran û Somayê bû, sala 1985’an li welatê Tirkiyê akincî bûye û heta dawiya jiyana xwe her li vir maye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê “Zilmat Mamedî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar û şerîk dizane.