Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya çend kes ji girtiyên meşa Sine hat eşkere kirin

20:20 - 3 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê, di heyamê bi rêve çûna meşên destekdan bi Kobanê de, 20 kes xistin binçavan û hidik jî gazî kirin.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia, piştî nîvroya roja Şemî, 1’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, hemwelatiyên kurd li Sine, bi armaca piştevanî kirina dîsan bi berxwedana Kobanê, meşek lidarxistin, lê ew xwenîşandane ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve, bû meydana pevçûnan û di encamê de, 20 welatiyên kurd hatin girtin.

Jêderekî agadr ji girtiyên meşa roja Şemî a Sine, bi malpera Kurdistanmedia re ragihand ku nasnameya 2 kesên binçavkirî bi wî awayî ye; “Suhrab Celalî”, naskirî bi Xalo Suhrab, ji kesyetiyên ciwakî û hezkirî yê Sine û “Cehanbexş Wekîlî” ji çalakvanê rêxistina kempênên piştevanî kirin ji Kobanê û Şengalê, bi nav bir.

Wê çavkaniyê di dirêjeya gotinên xwe de amaje bi vê hindê kir ku roja Yekşemî 2’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, rojek piştî birêveçûna xwenîşandana destekdan bi Kobanê, “Sebah Husênî” naskirî bi Sebah Horamî, hêzên ewlahî yên rejîma Îslamiya Îranê, ew bangê Îdareya Îtilatê kirin daku bersiva hêzên rejma Îranê bide.

Her di wê peywendiyê de pêştir jî hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, meşên hatinî lidarxistin li Urmiyê heya Îlamê, rewşeke ewlehî bi ser xwenîşanderan de hakim kiribûn û bi sedan kes ji wan xistibûne bin çavan.
Gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa ku pêştir ragihandibû, herî kêm 230 welatiyên Kurd, di heyamên destkdan bi kabanê, di bajarên Kurdistana Rojhelatê hatibûn girtin û dehan kes jî gazî kiribûn.