• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2018-02-20 / 1396-12-01   

Hêvî û pêşniyarên min ji Kongreyê Neteweyî (Konê Reş)

2014-11-04 / 1393/08/13 - 15:48 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Hêvî û pêşniyarên min ji Kongreyê Neteweyî (Konê Reş)
Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin


Di baweriya min de, di van rojên dîrokî de pêkanîna Kongreyê Neteweyî gavek dîrokî û xewneke kurdî ye. Pêkanîna wek vî Kongreyê me li berî 350 salî vedigerîne, li banga bavê netewa Kurdî şêx Ehmedê Xanî: (1651-1707), dizîvirîne ewê ku gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat…


Û hêviyên min ji vî Kongreyê ku Kurdistanî karibin, bi dilekî fireh, di bin sîberekê de li hev û din kom bibin; kul, êş û derdên welat û welatiyên xwe giftûgo û çareser bikin.. Bi kêmayî di vî kongerî de, berjewendiyên Kurd û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û rêxistinî re bigrin. Da ku di encam de karibin Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.


Eger berî sed salî, Kurdistaniyan karîbû komela (Hêvî 1913) a xwendekaranên kurd û (Komela Tealî Kurdistan 1918), li Stenbolê damezirînin û ew bûn yên ku di civîna duyem de ji komela Tealî Kurdistan a ku di sala 1919an de, di bin serokatiya Mîr Emîn Alî Bedixan de, karîbûn rengên ala Kurdistanê bibjêrin û bi hev û din bidin qebûlkirin. Ev ala ku roja îro li asmanê Kurdistana Azad bilind xuya dike.


Îro rojê em ji kesên ku doza girêdana vî Kongreyî dikin ku karibin ala Kurdistanê di nav alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin. Û da ku ev yek pêk were, pêwîste cihê rewşenbîr û zanayên kurdan di vê Kongreyê Neteweyî de ber fireh be..


Wek ku diyare, gelek rewşenbîr û zanayên me yên xwedî dîrok di warê kurdewariyê de, di sirgunê de jiyana xwe derbas dikin û her yek ji wan hêjaye ku serokatiya dewletekê bike.. Pêwîste weke van kesan neyên jibîr kirin wek nimûne: Dr. Kendal Nezan, Şahîn Bekir Siwêreklî, Malmisanij, Nadir Nadirof, Rohat Alakom, Bêrîvan Doskî, Dr. Fewaz Hisên.. Wek van kesan têra xwe zane, şareze û bi zimanê biyaniyan dizanin.. û her wiha ew maldarên kurdan yên ku li Ewropa bûne xwedî cih û war, sûdeyek mezin ji wan jî heye..


Sebaretî beşdarên Kongreyê Neteweyî, di baweriya min de gerek li firêzeya her yekî bê mêzandin; kî ye? Dîroka wî/wê a kurdewarî çilo û çawa ye?

Ji rexekî din ve, xwezî Kongreyê Neteweyî li dor zimanê Kurdî kêlîkekê raweste.. Wek ku diyar e her netewek bi zimanê xwe tê naskirin û roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmancîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Bêguman her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Tevî ku ez geşbîn im wê di pêşerojê de zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, lê xwezî ev yek jî neyê jibîr kirin.


Dawî dibêjim, xwezî wek vî Kongreyê Neteweyî berî 20 salan 30 salî hatiba li darxistin.. Belê, em tev rewşa welat û welatiyên xwe nas dikin.. Helbet gelekî zor bû..
Ez wek nivîskarekî Kurd ji dil û can serketinê ji bo vî Kongreyê Neteweyî hêvî dikim.


Not: Komela Tealî Kurdistan ji kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat; serokê wê şêx Abdulqadirê Nehrî, wek nûnerê Kurdistana Rojhilat bû, cîgirê serok mîr Emîn Alî Bedirxan, wek nûnerê Kurdistana bakur bû û ew xwediyê qenciyê ye ku wî rengên ala Kurdistanê daniye û malbata Baban wek nûnerên Kurdistana başûr bûn jixwe kurdên sûriyê wê hingê bi ser Kurdistana bakur vebûn.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 319 Dî wê hejmarê de:

-Rasan û Pêşmerge
-Deqa axavtina Dr. Mîro Eliyar peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê
-Şêlûtiyên “Social media”yê
  • Şêlûtiyên “Social media”yê Şêlûtiyên “Social media”yê
    Em di civakekê de dijîn ku tê de her sal ji bîr û hizr ve bigre heya xwast û pêwîstî û hezkirin û hêvî, heya nerazîbûn û şoreş, hemû tiştek di çarçoveya xwesteke takekesekî û veşartî de maye, û bi sedema tirsa ji dezgeha serkutê ya rejîman, civak û texên di nav de, şêwe û şêwaza giştî bi xwe ve negirtiye.
  • Rasan û Pêşmerge Rasan û Pêşmerge
    Di vê rewş û qonaxa nû de, çi pêwîst nake, ku tenê çiya hêlûna pilingên nava rewta xebatê be, belkû bajar dibe fêrgeha siyas-nizamî û pêşmerge bar tîne, û bi şêwaza nû û hewce wan perwerde dike. Di vê berg û erka nû de, êdî jin û mêr çav li asoya rohn, keç û kurên dil pirr ji hêvî di nava bajar de, li hewşa malên xwe de, çekên veşartî ên bav û bapîrên xwe de, radikin, û paqij dikin. Ew bi paqijkirina van çekan û xweperwerdekirinê, erk û wezîfeya pêşmergê parêzerê xelkê digrin stûyê xwe, da ku bi vî zimanî dgel rejîmê baxive, ku jê tê digihîje.
  • Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike. Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike.
    Kurdistanmedia: Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pêşkêş kir.
  • Rasan û guhertin Rasan û guhertin
    Qanaxa Rasanê, qonaxek e ku pêwîst bi nûbûnê û cardin jêponijînê heye di hemû biyavan de, û kar û tekoşîn, û xewn û şêwaza pêngavhilgirtina ber bi hêviyan ve diyarî dike.
  • Komara kurdistanê nahê jibîrkirin Komara kurdistanê nahê jibîrkirin
    Zimanê kurdî bibû zimanê fermî yê îdare û qutabxanan li Rojhelatê Kurdistanê, û rojname û kovar bi zimanê Kurdî dihatin weşandin.
  • Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye
    Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye. Hicrî destnîşan kir ku di çerçoveya demokrasiye de piştgiriya xwepêşandanan kirine û Îran ti wext ji bo diyalogê bi wan re rast tevnegeriya ye.
  • Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî
    Wek erkek nîştimanî em dibe têkoşîna xwe bo nasandina baştir û zêdetir ya nirxên welatperwerî û nîştimanperwerî ku li Komara Kurdistanê ve bo me bi mîrat mane zêdetir bikin, û ew yeka jî, wê yekîtiya di navbera hemû Kurdistaniyan de zêdetir û riya gihîştin bi armancên Komarê jî ronahîtir bike.
  • Dengê Rasana gelan nabihîzin Dengê Rasana gelan nabihîzin
    Di roja 7`ê Befranbara 1396`an, di dawî rojên sala 2017`an Zayînî de, bizava mafxwaziya neteweyan û xelkên Îranê piştî çend civînên nerazîbûnê, wekî rûbareke boş, bendava astengiyên hemûreng ên rejîmê herifand, û lehiyeke sertaserî li Îranê de rê xist.
  • Pêşmerge sembola azadiyê Pêşmerge sembola azadiyê
    Şer û xebata Pêşmerge li hember dagîrkarî û terorîzm û tundajoyiya herêmî, nasname û giraniyek cîhanî daye heybet û felsefeya azadîxwaziya Pêşmerge, û di navendên xwedîbiryar ên dunyayê de, weke peyamnêr û xebatkarên aştî û azadî û wekheviyê tên binavkirin, û xelat bi wan têne bexşîn.
  • Yelda û Rasan Yelda û Rasan
    Sirûda nû ya Rasanê, reh û rîşe di kultur û lênihêrîna Kurd, û ji watabexşînên rêberê şoreşê Qasimloyê rêber û nemir wergirtiye, û demarên efsaneyên civakê dilivlivîne, lewra dilê xelkê digel dilê Rasanê lê dide.
  • Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2) Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2)
    Hekî mirov di nava hemû belge û peymannameyên navneteweyî ên taybet bi mafê mirovan û mafê girûp û neteweyan de bigere, tiştekî bi navê parastina yekparçeyiya welat yan xakê nabîne.
  • 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê
    Gelê me bi rênîşandan û pêşengtiya pêşmerge ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestvegirtina çarenivîsa xwe, mil bi milê pêşmerge şoreşek nû meşandiye. Êdî bi derketina îradeya pêşmerge guman nemaye ku ne çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne, ne jî bajar bê stargeh in.
  • Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê
    Niha piştî borîna midehek zaf bi ser wê bûyera dilêş û trajîk re, xelkê deverê li gelek biyavan di jêr givaşan de ne û sir û seqema Zivistanê, barîna baranê û nebûna êvirgeh û nemaze xîwetan, lêqewmayên deverê xembar û nîgeran kirine.
  • Birca  Babil Birca Babil
    Bûyerên kevn ên dîrokî û heya ustûre jî dibêjin, bona vê ku tu civakekê lawaz bikî, da ku bixwe ber bi rizîn û herifînê ve here, ya baş ew e ku tu şer û nexweşiyê bixî nava wan de, û wan mijûlî kêşeyên navxweyî ên wan bixwe bikî, da ku hem kêşeya serekî ji bîra wan here, û hem jî bixwe di nav xwe de koka hev biqelînin.