Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di her 3 demijmêran de Îraniyek seba mizaxtina şaş a madeyên hişbir dimir in

20:27 - 4 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Serhejmarên femî yên Îranê di axiftinê xwe de dibêjin ku rojane 8 hemwelatî, bi sedema mezaxtina nedirust a madeyên nakotîk, jiyana xwe ji dest didin.

Nûçegihaniya“Îrna,” wek nûçegihaniya fermî a rejîma Îslamî ya Îranê li devê Nehîf Husênî, cîgirê Îdarî, malî û karûbarên parlamentoya Îranê di sitada dij bi madeyên hişbir de, amaje bi vê hindê dike ku rojane 8 kes bi sebeba bikaranîna xirab a madeyên sirker dimirin, ku temenê piraniya wan navbera 25 heya 30 saliyê de hatiye îlankirin.

Piraniya nûçegihanên navxweyî bi zarê wezîrê welatê Îranê, îşare bi wê hindê kirbûn ku rojane 9 kes bi sedema toşbûn bi madeyên hişbir jiyana xwe ji dest didin.

Di sala 2013’an de, 2 hezar û 957 kesan, seba mezaxtina xirab a madeyên hişbir jiyana xwe winda kiribûn ku ji wan 2 hezar û 727 kes mêr û 230 kes jî jin bûn.

Berpirsê pişk jehrnasî a pizişka yasayî ya Tehranê, pêştir ragihandibû ku mirina bi riya xarina xirab a hebênTeramadul li Îranê, di 5 salên dawî de, 4 qat zêde bûye.

Li gorî nûtirîn serhejmariyan li Îranê, serbarê tûşbûna 700 hezar kesî bi madeyên hişbir yên pêşeyî, 1 milyon û 325 hezar kes jî bi madeyên sirker tûşbûne.