Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ligel berpirsên pişka Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta derve ya welatê Danîmarkê hevdîtinek lidarxist.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 1’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Seîd Sultanpûr, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Danîmarkê bo lidarxistina civînekê ligel berpirsên Wezareta Derve ya Danîmarkê di balvêzxaneya wî welatî de rûniştinek kir.
Nûnerê PDKÎ tevî “Anne Mller û Malte Christense” ku berpirsên pişka Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta karûbarê derve ya Danîmarkê dibin, hevdîtin kir.
Sultanpûr di vê hevdîtinê de ligel berpirsên beşa Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta karûbarê derve ya Danîmarkê di pêwendî ligel rewşa nebaş a mafê mirov li Îranê piştî hatina serkarê Hesen Rûhanî çend basek pêşkeş kir.
Nûnerê PDKÎ tekez li ser cîbicî nekirina soz û erêyînên Hesen Rûhanî kir û got berpirs û karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê bi tu awayetê cihê baweriyê ninin.
Berdewamiya kuştina kolberan û hemwelatiyên Kurd, dirêjedana şopa girtin, binçavkirin, bangkirin û tepeserkirina hemwelatiyên Kurd, Ereb, Belûç tewera sereke ya vê rûniştinê bû.
Êrîşên girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê, alîkariya mirovî a welatê Ewropa û bi xasmanî welatê Danîmarkê ji mijarên din ên vî hevdîtinê bûn ku bas li ser hatin kirin.
Berpirsên pişka Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta karûbarê derve a Danîmarkê “Anne Mller û Malte Christense” ligel gotinên nûnerê PDKÎ derheq bi rewşa mafê mirov li Îranê hevdeng bûn û ragehand ku piştî hatina Hesen Rûhanî tu guherînekî berçav ji rewşa mafê mirov di Îranê de nehatiye gorê.
Li gor raporta han berpirsên pişka Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta karûbarê derve a Danîmarkê li ser vê baweriyê bûn ku bo baştirkirina rewşa mafê mirov dibe ji aliyê civaka cîhanî givaşan bixne ser rejîma Îranê.
Herwiha berpirsên pişka Rojhilata Navîn û Îraqê li Wezareta karûbarê derve a Danîmarkê di vê hevdîtinê de berxwedan û xweragiriya Kurdan li hember êrîşên DAÎŞ’ê û parastina kêmaniyên neteweyî û olî ên Kurdistanê ji aliyê pêşmergeyan ve bilind nirxand in.

Seîd Sultanpûr