Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya halîkarî a partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê li Fîlendê rûniştinek lidarxistin

15:50 - 5 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi pişikdariya şendekî komîteya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê li welatê Fîlendê, civîna komîteya halîkarî a partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 2’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, civîna komîteya halîkarî a partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê li bajarê Hêlsînk a payîtextê Fîlendê, bi rêve çû.

Di destpêka civînê de deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre nûnerê PDKÎ li Fîlendê, armanca lidarxistina civîna komîteya halîkarî a pertî û aliyên siyasî ên Kurdistanî bo amadebûyan şirove kir û paşan di pêwendî ligel çalakiyên komîta halîkarî li Fîlendê axaftinek pêşkeş kir.

Di dirêjahiya civînê de çend basek li ser rewşa niha ya Kurdistanê û êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Başûrê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hat kirin û bi nerîn û ra û bûçûnên pişikdaran civîn bi dawî hat.