Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 welatiyên Kurd bi teqîna mayînê li sînorê Baneyê birîndar dibin

14:06 - 6 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema teqîna mîneke çandî li devera tixûbê Baneya Kurdistana Rojhelat, 2 kolberên Kurd birîndar dibin.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” nûçeya birîndar bûna 2 kolberên Kurd bi sedema teqîna mayînê, li sînorê “Sîranbend” a Baneyê piştrast kir.

Çavkaniya han di dirêjeya raporta xwe de amaje bi vê hindê kir ku ew bûyere di dawiya wê hefteyê de, pêkhatiye û 2 hemwelatiyên kurd yên bi navê, Adil Mihemediyan û Qadir Nebatî ku bi kolberiyê debara xwe dikirin bi tundî hatin birîndar kirin.

Qadir Nebatî, piştî birîndar bûnê bi nexweşxaneya Sine tê veguhastin û piştre pêyekî wî bi teşxîs kirina“Bijîşk Yasayî” tê birîn.

Adil Mihemediyan jî bi teqîna mayînê bi tundî ser û çavên wî birîndar dibin ku niha bin çavdêriya bijîşkên Tehranê de ye.

Gorî serhejmariyên ber dest, niha zêdeyî 2o milyon mayînê “dij mirov” li sînorên parêzgehên(Sine, Urmiye, Kirmanşan, Îlam û Xuzistan) ê de, hatine veşartin.

20 milyon mayênê çandî di serdemê şerê Îran û Îraqê de, di demekê de ye ku, rejîma Îranê heya niha çendîn rêûresmên paqij kirina herêmê ji mayînên ektîv, daye lidarxistin.
Gorî amarên bilav bûyî, li sala 2013’an, herî kêm, 38 hemwelatiyên Kurd bi sedema teqîna mayînan li tixûbên kurd akincî de, hatine kuştin yan birîndar kirin.

Herwisa di 6 mehên destpêka sala 1393 a hetavî de, 33 hemwelatiyên kurd hatine kuştin û birêîndar kirin. Di wê navberê de 27 kes birîndar û 6 kes jî mirin e.