Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pîrozbahiya Mistefa Hicrî bi hinceta cejna Xawenkar

14:24 - 9 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDKÎ bi hinceta cejna olî a Xawenkar we, di peyamekê de, pîrozbahî ji peyrewên ayînî yê Yarî kir.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Pîrozbahiyê ji tev xoşik û birayên xwe dikin ku peyrewên ayîna Yarî in û di vê rojê de rêûresma taybet lidar dixin.

Di Îrana îro de, cuda ji olê fermî yê Îslama Şîe a Wilayeta Feqîh, peyrewên ayînên din hatine perawêz xistin û bê hurmetî ji wan tê kirin, di vê derheqê de peyrewên ayîna Yarî, zêdetir ji yên dine jî ketine bin zext û givaşên Komara Îslamî.

Armanca me avakirina hikûmetek demokratîk di Îranê de ye ku li ser bingeha cudahiya dîn ji dewletê hatibe ava kirin, bo vê yekê ku tev pêkhateyên wî welatî bi taybet di Kurdistanê de, hilgirê hizra her ayîn û neteweyekê bin, bê tu cudahî danînekê bi hev re bijîn û bîr û bawerên han bi hurmet we bihên mêze kirin.

Em arxayînin ku bi xebatek hevgirtî ew armanca han yê were bi cî anîn, bi hêviya vê rojê.

PDKÎ
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî