Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biljîk/ Hevdîtina nûnerê PDKÎ û endamê komîsyona wezareta derve ya Herêma Filandirîn

14:27 - 9 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Cemîl Fethî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Biljîkê tevî Kên Nîs endam parlemantoyê Herêma Filandrênê û yek ji endamên komîsyona derve yê wî parlemanê hevdîtin kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 5’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Cemîl Fethî nûnerê PDKÎ li welatê Biljîkê û xanima Monîk Simîtis harîkara pişka pêwendiyên PDKÎ di vî welatî de tevî “Ward Kên Nîs” endam parlemantoyê Herêma Filandrênê û yek ji endamên komîsyona derve yê wî parlemanê hevdîtin kir.

Di destpêka vê hevdîtinê de dîroka xebata gelê Kurd û bi xasmanî PDKÎ ji aliyê Cemîl Fethî ve bas li der hatkirin.

Cemîl di dirêjahiyê de di pêwendî ligel sitratîjî û armanca PDKÎ çend gotinek pêşkeş kir.

Herwiha di vê rûniştinê de nûnerê PDKÎ di pêwendî ligel hilbijartina serkomarî a rejîma Îranê û rewşa mafê mirovan li Îranê piştî hatina serkarê Hesen Rûhanî gotinek kir.

Ward Kên Nîs serbarê kêfxweşî derbirîna vê hevdîtinê ligel nûnerê PDKÎ li ser domandina pêwendiyên her du aliyan tekez kir.