Kurdistanmedia: Bi pişakdariya welatiyên Kurd, Îranî û endamên partî û aliyên siyasî kombûnekî narizayetiyê derheq bi avêtina têzavê bi dest û çavê jinan û binpêkirinên mafê mirov di Îrana rêj destilatdariya rejîma komara Îslamî de, li welatê Almanê bi rêve çû.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 8’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, meşek bi dijî avêtina têzavê bi ser dest û çavên jinan li Îsfehanê û binpêkirinên mafê mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve li welatê Almanê hat lidarxistin.
Di wê kombûnê de hejmarek ji partî û saziyên siyasî yên Kurdistanê û Îranê û çalakvanên siyasî û mafê mirov pişikdar bûn û peyama taybet ên xwe bi zimanê Almanî pêşkeşkirin.
Peyama komîteya PDKÎ li Almanê bi zimanê Almanî ji aliyê Reşîd rehmanî berpirsê pişka ragehandin ya komîteya Almanê ve hat xwandin û piştre jî bi dehan nusxe ji vê peyamê di nav hemwelatiyên Almanî de hat bilavkirin.
Komîteya PDKÎ li Almanê û hejmarek zaf ji endamên PDKÎ di vê meşê de çalakîkirin.
Gorî raportê, çendîn sirûd û stran bi zimanê Kurdî, Farsî, Îngilîsî, Almanî û Azerî di nav vê xwepêşandanê de hatin xwendin.