Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Otrîş/ Gotara nûnerê PDKÎ di semînara rola Îranê di kirîza Rojhelata Navîn de

13:32 - 10 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê di rûniştinekî de, derheq bi rewşa siyasî a rejîma Îranê û bandora wê rejîmê di kirîza niha ya herêma Rojhelata Navîn de, gotarek pêşkeş kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemiyê, 5’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Hîwa Behramî nûnerê PDKÎ li Otrîşê, di semînarekê de ku ji bo rewşa niha ya Îranê, kirîza siyasî di Îraq û Sûriyê de û rola Îranê di vê kirîzê de hatibû terxan kirin, pişikdarî kir.

Nûnerê PDKÎ di vê rûniştinê de, ku ji aliyê xwandekarên Zankoya Viyan û saziya “Stop The Bomb”ve hatibû organîze kirin, gotarek pêşkeş kir.

Nûnerê PDKÎ di naveroka gotara xwe de, serbarê basek kurt derheq bi sedemên serhildana Daeş li Sûriyê û pel avêtin bo Kurdistana Îraq û Sûriyê, di ware rola wilatên herêmê di vê derheqê de bi hûrî axivî.

Di pişkek din a gotara xwe de, Hîwa Behramî, îşare bi rolê Komara Îslamî a Îranê kir û got ku rejîma Îranê ne tenê berengarî saziya terorîstî a Daeş nebûye, belku di moamileyekî siyasî de tevî vê saziya terorîstî, karî zexta ser rejîma Beşar Esed û herwisan hikûmeta nawendî a Îraqê kêm bike û ew yeka jî hevdem bû tevî vê yekê ku şerê bi Daeşê re hevrîşî Kurdistanê kir û bera vê da wê herêmê.

Nûnerê PDKÎ di dirêjiya axavtina xwe de, siyaseta PDKÎ li hember rekxistina terorîstî a Daeşê şirove kir û îşare da vê yekê ku PDKÎ her di yekem roja îrişa Daeşê bo ser Kurdistanê berheviya xwe bo berengar bûn tevî vê hêza terorîstî ragehan û bi kiryar jî di parastina axa kurdistanê de pişikdar bû.

Di vê rûniştinê de, ku ji aliyê sernûserê rojnameya “Dêy Pirês” a Otrîşî ve birêve çû, cuda ji Hîwa Behramî, Nûnerê PDKÎ, herwisan Seba Ferzan rojnamevanê Almanî _ Îranî û Dr. Sitîvan Girêgat mamostayê zanista siyasî a zankoya Viyena gotarên xwe pêşkeş kirin.