Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li Sine koça dawiyê kir

20:20 - 11 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Ebdulrehman Ehemdî endamê Partiya Demokrat a kurdistana Îranê xelkê gundê Tengeser a devera Jaweroya Sine, seba nexweşiya penceşêr, çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 8’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Ebdulrehman Ehmedî kurê Elî Ekber û xelkê gundê Tengesera devera Jaweroya Sine bi sedema nexweşiya penceşêrê di temenê 50 saliyê de wefat kir.

Termê navbirî li gundê Hesenava ser bi bajarê Sine di nav aporaya xelkê deverê de definand in.

Ebdulrehman ji dayîkbûya sala 1332’an a Rojî ye û sala 1364’an a Rojî pêwendî bi rêxistina PDKÎ ve girt û wek endamekî çeleng erkê hizbayetiyê bi rêve birî ye.

Birayekî Ebdulrehman sala 1364’an a Rojî di nav şerekî qehrimanane de hat şehîd kirin.

Partiya Demokrat a kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê navbirî dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar dizane.