Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewala tûşbûn bi penceşêrê bi girtiyekî siysî ê Kurd hat ragihandin

15:24 - 12 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Girtiyekî siyasî ê Kurd li girtîgeha Mînab, piştî çend sal raçav kirina nobeta bijîşkî û nedana mohleta Dermanî, tûşî penceşêra roviyê bi bû.

Li gorî raporta Kempêna Bervanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl, Efşîn Sohrab zade, girtiyê siyasî ê Kurd û xelkê Kirmanşanê, piştî çend salan ku di nobeta dermanî û bijîşkî de dimîne, ji aliyê berpirsên girtîgehê ve astengiya pêdiviyên dermanî çêdibe ku di encamêde hewala nexweşiya qansêrê bi wî tê îlan kirin.

11365.jpg
Efşîn Sohrab zade

gorî wê raportê, Efşîn Sohrabzade, heyamê 2 salan xwînrêjiya Mîde hebûye lê tu car nehatiye tedawî kirin.

Ew zîndaniyê siyasî ê Kurd, piştî pêdeçûneke berdewam derheq nexweşiya xwe de û xweragiriyeke bi derd û elem hember wê nexweşiyê, ligel bersiveke bê hêvî a nexweşiya penceşêrê ji aliyê berpirsên zîndana Mînabê rûbirû bo.

Tevî wê hindê ku bijîşjkan encama test kirina nexweşiya navbirî bi wî re îlan nekiribûn, lê berpirsên girtîgehê ew hewala diltezîn a penceşêrê bi wî zîndaniyê kurd ê girtîgehê, ragihandin.

Roja Yekşemî 9’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Efşîn Sohrabzade, bi sedema êşa dejwar a roviyan di demekê de ku bi ser hiş diçe, bi nexweşxaneyeke bajarê Mînabê tê veguhestin û piştre bi gotina bijîşkan der dikeve ku navbirî tûşî nexweşiya penceşêrê bûye.
Pêştir ew girtiyê siysî ê Kurd, daxwaza îzna dermanî kiribû, lê tevî nîşaneyên nexweşiyê ev muhlet bi wî nehatibû dayîn.

Efşîn Sohrabzade ku 24 sal temen heye, bi tawana alîkarî kirin ligel partiyeke Kurd a opozosiyona rejîma Îslamiya Îranê, ji aliya Dozgeriya Înqilab a Sine bi serokatiya dozger “Mustefa Teyarî, bi 25 sal zîndan û durxisina bi Mînabê hatibû mehkum kirin. Navbirî niha ligel nexweşiya qansêrê, tawana bi ser de hatî pesend kirin, bi kul û derdan dibihorîn e.